Koma li Parka Geziye çalakî pêk anîn rastî destwerdanê hatin

Koma li Parka Geziye çalakî pêk anîn rastî destwerdanê hatin

Welatiyên ku li dijî birîna darên Parka Gezi ya Teksimê bertekên xwe anîn zimna û çalakî pêk anîn rastî mudaxaleyê hatin. Polîsan bombeyên gazê bikar anîn û mudaxaleyî komê kirin. Parlamenterê BDP'e yê Stenbolê Sirri Sureya Onder, berê ji bo birîna daran asteng bike li pêş maşîneyên kar çalakî pêk anîbû. 

Hikûmeta AKP'ê û Şaredariya Stenbolê ya AKP'î bi tevkariya hev ji bo qada Taksîmê bikin qada meşê proje amede kir û dest bi birîna daran a li Parka Geziyê kir. Welatiyên nerazîbûnê li hemberî birîna daran pêk tînin 3 rojin çalakiyan lidar dixin. Welatiyên ku li Parka Geziyê nobet girtin û çalaki pêk anîn polîsan saet di 05.00'an de bi maşîneyên TOMA û gazên îsotê êrîşî komê kir. Polîsan konên çalakvanan hilweşand. Di çalakiyê de agir bi konan ket û maşînê îtfaiyê ku hatin cihê bûyerê agir vemirandin. Piştî polîsan mudaxaleyî girsê kir, maşîneyên kar li parkê dest bi kar kirin. 3 maşîneyên kar di bin dorpêça polîsan de dest bi kar kirin. Parlamenterê BDP'ê yê Stenbolê Sirri Surreya Onder berê jî hat Parka Geziyê û çalakî pêk anîbû û li pêş maşîneyên kar sekinîbû. Oner, li ser bûyerê disa hat parkê û dîsa çalakî pêk anî. Di ragehişê de girse li ber parka Geziyê kom bû û polîsan jî park dorpêç kir. Rageşiya di navbera polîs û girsê de berdewam dike.