Koma ji Darmstadtê di hefteya 230. de Nobeda Azadiyê digire

Piştî hunermendên TEV-ÇAND'ê, Kurdistaniyên ji bajarê Darmstadtê hatin Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' vê hefteyê digire.

Çalakiya Nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya Konseya Ewroapyê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 230. de ye.

Vê hefteyê Kurdistaniyên bi navê Kemal Aktaş, Ahmet Seçîlmîş, Muslum Kûş, Haci Kaya û Cemalettîn Demîr ên ji bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin, nobedê digirin.

Li ser navê koma Darmstadtê Kemal Aktaş axivî û spasiya her kesên heta niha tevlî çalakiyê bûne kir. Aktaş diyar kir, ji bo wan gelekî girîng e tevlî vê çalakiya ji bo azadiya Ocalan dibin.

Aktaş da xuyakirin, ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîlgirtî be, wê vîna gelê Kurd jî dîlgirtî be û işaret bi girîngiya çalakiyên ji bo azadiya Ocalan kir.

Endamên komê li ber avahiyên Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nobedê digirin. Nobed ev 230 hefte ne bênavber her roj dewam dike. Nobed danê sibehê dest pê dike û heta saet 17:00 ê êvarê dewam dike.

Di çarçoveya çalakiyê de heta niha di nava 4,5 salan de bi sed hezaran belavok hatin belavkirin û li ser jiyana Ocalan û pirsgirêka Kurd agahî hatiye dayîn.