Koma girtin protesto dikir rastî mudaxeleya polîs hat: 11 binçavkirin
Koma girtin protesto dikir rastî mudaxeleya polîs hat: 11 binçavkirin
Koma girtin protesto dikir rastî mudaxeleya polîs hat: 11 binçavkirin
Li Kocaeliyê ji ber ku ji 18 kesên duh bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parka Gezî hatibûn binçavkirin îro 4 kes hatin girtin, ji aliyê komekê ve hat protestokirin. Polîsan ku mudaxeleyî komê kir 11 kes kirin binçavan.
Li Kocaeliyê ji ber ku ji 18 kesên duh bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parka Gezî hatibûn binçavkirin îro ji wan 4 kes hatin girtin ji aliyê komeke li ber Edliyeya Kocaeliyê rawestiyabûn hat protestokirin. Koma bi dirûşmayan ber bi Rêya Meşê ya Îzmîtê ve meşiya rastî mudaxeleya polîsan hat û polîsan ji komê 11 kes derb kirin û kirin binçavan.
Ji kesên hatine binçavkirin navê 9 kesan wiha ye: Ugur Kalin, Mîhrîcan Atalay, Yanki Subaşi, Kubîlay Avci, Fatîh Dagşin, Yusuf Umut Tepecîk, Osman Merter Solak, Ender Karabacak û kesekî bi navê Dogukan ku paşnavê wî nehat zanîn.