Koma 6’emîn a gerîlayan gihişt Qadên Parastina Medya

Koma 6’emîn a gerîlayan gihişt Qadên Parastina Medya

Di çarçoveya pêvajoya vekişînê ya di 8’ê Gulanê de li ser banga Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê dest pê kir, de koma 6’emîn gihişt Qadên Parastina Medya ya li Başûrê Kurdistanê.

Îro saet di 07.00’an û şûnde koma gerîlayan ya ji 16 kesî pêk dihat a ji ‘Botanê’ derbasî Qadên Parastina Medya ya di bin kontrola PKK’ê de ye bûn. Koma ku ji 11 gerîlayên mêr û 6 jinan pêk dihat ji aliyê Fermandariya HPG’ê ve hat pêşwazîkirin.

Di merasîma pêk hat de fermandara Biryargeha HPG’ê û di heman demê de fermandara Biryargeha YJA Starê Delal Amed, ji Fermandarê HPG’ê Amed Malzgîr, Gulîstan Gelhat û Welat Gever amade bûn.

Delal Amed di merasîmê de axivî û got: “Ji bo pêngava  pêşvekirina jiyaneke azad û rizgariya demokratîk bi ser vikeve, bi tevlibûna ruhekî fedayî, koma me hemû astengî li pey xwe hiştine û gihiştine Qadên Parastina Medya.”

Amed wiha got:  “Em baweriyên hêzên me yên HPG û YJA Star vê hestiyariyê nîşan bidin û pevajoya Rêber Apo daye destpêkirin bi encam bikin.

Amed da zanîn ku ew wek fermandariya Biryargeha HPG’ê di wê baweriyê de ne ku dê ev pêvajo bigihêje serkeftinê û got: “Em dibêjin ku ev pêvajoya ku Rêber Apo daye despêkirin dê bi fedekariya hevalên me bigihêje serkeftinê.”

Fermandarê Komê Agît Ziryan jî got; “Li ser banga Serokatiya me û tevgera me meşa hêzên gerîlayên me ji Bakûrê Kurditsanê ber bi Qadên Parastina Medya dest pêkirin. Em jî wek komên beriya me rastî astengiyan hatin.  Hinek şert û mercên xwezayî yên wekê bilindbûna avê, tevgera leşkerî, şopandin, balafirên keşfê û faliyetên  yekineyên kontra bûn.”