Kolandina ji bo gora Taniş û Denîz hat taloqkirin

Kolandina ji bo gora Taniş û Denîz hat taloqkirin

Kolandina gora komî ya tê gotin Serokê Rêxistina HADEP'ê ya Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê DEHAP'ê Ebubekîr Denîz di 25'ê Çileya 2001'an de li Silopiyê di bin çavan de hatin windakirin, têde hatine definkirin, hat taloqkirin.

Serokê Rêxistina HADEP'ê ya Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê DEHAP'ê Ebubekîr Denîz di 25'ê Çileya 2001'an de 12 sal berê ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan ya Silopiyê ve di bin çavan de hatin windakirin. Taniş û Denîz piştî hatin binçavkirin li qereqolê hatin windakirin. Li navça Silopiya Şirnexê di 25'ê Çileya 2001'an de qereqola cendirmeyan ya navçeyê gazî Serokê HADEP'a Silopiyê Serdar Taniş û Sekreterê Rêxistina HADEP'ê Ebûbekir Denîz kirin. Pişti ku Denîz û Taniş çûn Fermandariya Cendirmeyan û heta niha tu agahî ji her duyan nehat girtin.

Li ser şahidiya welatiyan hat diyarkirin ku gora Taniş û Denîz li Goristana Kerboranê ya Mêrdînê hatiye definkirin. Li ser şahidiyê biryar hat dayin ku îro li Goristana Kerboranê lêkolîn bê kirin. Lê kolandina gora komî ji ber şert û mercên hewayê li ser daxwaza dozgerê komarê hat taloqkirin. Nehat zanîn ku dê kolandin kengî pêk bê.