Kolanan peyam dan AKP’ê: Wê teqez hesap bê pirsîn!
Li dijî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, li navçeyên Çinar, Erxenî û Bismil ên Amedê; li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyên piştgiriya berxwedanê hatin lidarxistin.
Li dijî terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, li navçeyên Çinar, Erxenî û Bismil ên Amedê; li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyên piştgiriya berxwedanê hatin lidarxistin.
Li hember terora hêzên dewleta Tirk ên di serî de li ser Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Kerboran û Silopiya, yên li ser hemû Kurdistanê protesto dewam dikin. Li dijî terora dewletê a li ser Kurdistanê, li navçeyên Çinar, Erxenî û Bismil ên Amedê; li navçeya Qoser a Mêrdînê çalakiyên piştgiriya berxwedanê hatin lidarxistin. Di çalakiyan de ji bo AKP’ê peyama, “wê teqez hesap bê pirsîn” hat dayin.
ÇINAR
Li navçeya Çinarê ya Amedê, girseya ku Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz, Hevserokên Rêxistina DBP’ê yên Navçeyê Naşîd Bat, Hayat Akyol û Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeyê Şukran Baran jî di nav de cih girt, li pêşiya avahiya DBP’ê hatin cem hev. Ji vir ber bi Rêya Mêrdîn-Amedê meş hat lidarxistin. Girseyê rê dagir kir û meşa xwe domand.
Meş li Uçyolê bi dawî bû.
Bat got: “Em naxwazin hûn ji me re bibêjin, ‘birayên min ên Kurd’. Îro li bajarên Kurdan mirin, qetlîam, destdirêjî û tecawiz hene. Eger hûn ê îro dengê xwe bilind nekin, hûn ê kengî bilind bikin?”
ERXANÎ
Girseya ku li pêşiya avahiya DBP’ê ya navçeya Erxenî ya Amedê hatin cem hev, pankart vekir, hewl da ber bi Stasyoyê bimeşe. Demekê şûn de polîsan êrîşî girseyê kir, girseyê berê xwe Xaçerêyê û tevî êrîşan jî meşa xwe domand. Lê careke din polîsan astengî derxistin.
Li ser vê li ser navê koma ku li Parka Mahsûn Karaoglan kom bû, Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Şeyhmûs Dokû axivî, destnîşan kir ku wê li dijî qetlîamên li ser Kurdistanê bê deng nemînin û heta dawiyê wê çalakiya li dar bixin. Dokû bang li her kesî kir ku li hember qetlîaman bê deng nemînin û tevlî çalakiyan bibin.
BİSMİL
Li navçeya Bismil a Amedê, li qadan şev û roj çalakî didomin.
Girseya ku di ketina navenda navçeyê de kom bû, ku di nav de Hevşaredarên Bismilê Cemîle Emînoglu û Resûl Sari, rêveberên DBP’ê û HDP’ê cih girtin, hewl dan bertekên xwe yên li dijî dorpêç û êrîşan bi meşekê nîşan bidin, lê rastî astengiya polîsan hatin.
Girseyê barîqata polîsan a bi wesayîtên zirxî, derbas kir, meşa xwe domand. Girse li ser Cadeya Termînalê meşiya, piştre derbasî ser rêya Êlih-Amedê bû û rê li trafîqê girt. Girseya ku meşa xwe li ser rê berdewam kir, dema nêzî ketina navçeyê bû, rastî êrîşa polîsan hat.
Tevî ava şid jî girse li hev kom bû, meşa xwe domand, li ber Şaredariyê civiya. Li vir Hevserokê Rêxistina DBP’ê A. Semet Bîçîm daxuyanî da, bertekên tund da êrîşan. Bîçîm got: “Em her roj bi çalakiyan cur be cur ve li qadan bin. Tevî hemû zextan jî em ê li ber xwe bidin.”
QOSER
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di pêşengiya Tum Bel Sen li pêşiya Şaredariya Qoserê daxuyanî hat dayin. Hevşaredarê Qoserê, rêveberên Rêxistinên DBP û HDP’ê yên Navçeyê, hevbirên KESK’ê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û xebatkarên şaredariyê piştgirî dan çalakiyê.