Koçkirinê li mexdûrên erdhejê yên Kurd ferz dikin

Dewleta Tirk li ser Kurdên Elbaqê yên Wanê ku bûne mexdûrên erdheja Sibatê koçkirinê ferz dike.

Bi erdheja 23'yê Sibatê re ya li Xoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku himeta wê 5,9 bû, li navçeya Wanê Elbaqê li çar gundan 10 kes mirin û ziyaneke giran a madî çêbû. Mexdûrên erdhejê yên ku tenê hatin hiltin bi pêvajoya hêla korona re hatin jibîrkirin Mexdûrên erdhejê ku ji erdhejê û vir ve ti alîkarî li wan nehatiye kirin hê jî li konan dijîn û li şûna ku pirsgirêkên wan werin çareserkirin li ser wan ferz dikin ku gundên xwe bihêlin û werin.


Rayedarên dewletê yên ku çûne herêma erd lê hejijî qebûl nekirin ku mexdûr bi serê xwe xaniyên xwe çêbikin, bi ser de dixwazin xaniyên mane jî xira bikin. Gundî nizanin bê ka li şûna xaniyên ku wê werin xirakirin çi werin çi kirin û ji ber nêzîkbûna zivistanê jî naxwazin ku niha malên wan werin xirakirin. Mexdûran gotin,''Heke xaniyên me hilweşînin em ê li kû bimînin'' û li dijî biryara TOKI'yê derketin. Rayedarên dewletê jî dibêjin  mexdûrên erdhejê, 'Biçin Wanê, li cem nas û xizmên xwe îdare bikin hetak u em vir ava bi kin'' û wiha li ser gundiyan ferz dikin ku koçî Wanê bikin.

Gundiyên ku nexwestin malên wan werin xirakini û ji bo vê daxwazname dane qeymeqamiyê derkete holê ku bêyî daxwaza gundiyan ew kirine endamên AKP'ê, beriya niha jî gundiyan dema ku ji bo pereyên hêla koronayê serlêdan kiribûn bêyî agahiya wan ew kiribûn endamên AKP'ê vê jî carê jî gundiyên ku gotin, ''Mala me xira nekin'' kirin endamên AKP'ê.

EM DIKARIN XANIYÊN XWE AVA BIKIN

Gundiyan li ser daxwaza hilweşandina xaniyê wan gotin ,''Em ê gundên xwe bernedin. Ev der warê bav û kalê me ye. Em TOKI'yan naxwazin. Malên me hene, hin jê rûxiyan, hin jê ziyan li wan çêbû. Ên nû jî em dixwazin çêbikin.''

'DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN'

Derbarê mijarê Hevserokê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Okkeş  Kava derheqê nêzîkatiya dewletê ya li mexdûrên erdhejê got, ''Dixwazin mexdûriyetê ji xwe re bikin fersend.''

Okkeş her wiha got, ''Dixwazin polîtîkaya valakirina wê heremê pêk bînin. Bi fermî vê vê nebêjin jî niha polîtîka ev e. ''