Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Koçer: Dengekî bi tenê dikare gelek tiştan biguherîne

Li Hannovereyê îro deng hatin bikaranîn. Hevserokê NAV-DEM Tahir Koçer ê ye kesê roja yekem dengê xwe bikar anî, diyar kir ku divê bi teqez her kes biçe dengê xwe bikar bîne.

Ji bo hilbijatina 24’ê Hezîranê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro li Ewropayê deng hatin bikaraîn. Li paytexta Eyaleta Saksonya Jêr a Elmanya vê sibê saet 09:00’an li Kolana Eûropaallee yê deng hatin bikaraîn. Li salona ku 6 sindoq lê hatî danîn de, wê heta roja Şemî û Yekşemê 10 sindoq bên danîn. Hevserokê NAV-DEM Tahir Koçer ê ye kesê roja yekem dengê xwe bikar anî, ji bo bikaranîna deng bang kir.

Koçer anî ziman ku wê karê dengdanê nava 13 rojan de biqede û diyar kir ji ber her cûre kêşeyekê bi teqez divê her kes hê zû biçe dengê xwe bikar bîne. Koçer ê diyar kir ku ev hilbijartin pir girîng e got: “ Ji ber ku yan wê demokrasî ser bikeve yan faşîzim. Dengê her kesê girîng e. Dengeke dikare her tiştî bide guhertin.

BERLÎN

Li Paytexta Elmanya Berlînê jî ji saetên sibê ve deng tên bikaraîn. Di saetên şevê de rêjeya bikaraînan dengan hê zêdetir bûye, rêveberên HDP’ê jî ji bo ewlekariya hilbijartinê li ser sindoqan erka xwe dikin. Rayedarên HDP’ê yên li Sefaretxaneyan kar dikin, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û her kes vexwendin bikaraîna dengan û xwedî li sindoqan derbikevin