Koçber ne kelûpel in!
Platforma Antîkapîtalîst, bi wesîleya Roja Koçberan a Cîhanê li Qada Galatasarayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de hate şermezarkirin, wiha hat gotin: “Koçber ne kelûpel in.”
Platforma Antîkapîtalîst, bi wesîleya Roja Koçberan a Cîhanê li Qada Galatasarayê çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de peymana di navbera YE û Tirkiyeyê de hate şermezarkirin, wiha hat gotin: “Koçber ne kelûpel in.”
Di çalakiyê de peyama “Sînoran vekin” dan Yekîtiya Ewropayê (YE), koçberekî Sûriyeyî mafê axaftinê girt û diyar kir ku duh şev li ser sînorê Hatayê 11 koçber ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin kuştin, bang kir ku bila dewleta Tirk hesab bide.
Endamên Platforma Antîkapitalîst ên ku bi wesîleya Roja Koçbaran a Cîhanê li Qada Galatasarayê kom bûn, ji bo koçberan wekhevî, edalet û azadî xwestin. Di çalakiya ku koçberên Sûriyeyî jî amade bûn de dowîz û pankartên bi Tirkî, Erebî û Îngîlîzî, “Ji Nîjadperestiyê re na, koçberî mafekî yê mirovahiyê ye” hat vekirin, dirûşmeyên mîna “Gelê Sûriyê ne bi tenê ne”, “Mafê Koçberiyê Mafekî heq e” hatin qîrkirin. Li ser navê Endamên Platforma Antîkapitalîst Jale Yanik daxuyanî xwend.
Yanik bi bîr xist ku her sal bi milyonan mirov, ji ber êdî di welatên wan de nayên jiyîn bi neçarî welat diterikînin, tenê li Sûriyeyê ji ber sedema şer ji sedî 30’an mirinê li ber çavan digirin û bi neçarî koçber dibin. Yanik da zanîn ku di gelek deman de destûra nîştecihbûnê nayê dayin û bi qaçaxî dijîn, di heman demê de weke amûrên nijadperestan tên dîtin, weke ji ber her tiştê şaş diçe berpirsiyar tên nîşandan. Yanik wiha got: “Koçber van hemû zorî û mirinê didin ber çavan jî û koçber dibin, yan jî li peravan didin dimirin an jî li wargehên li ser sînor bi êşkence û nexweşiyan re hevrû dibin.”
‘LI SER SÎNOR 11 KOÇBER JI ALIYÊ LEŞKERÊN TIRK VE HATIN KUŞTIN’
Yanik destnîşan kir ku dewlet li şûna ji bo pirsgirêkên koçberan çareseriyên bêdawî bibînin, di aliyê şer de tişta ku neyê fikrên mirov pereyan lê xerç dikin û di warê koçberan de li gorî pêwîst e tevnagerin. Yanik wiha anî ziman: “Ti kes warê xwe naterikîne û li welatekî ti kesê nas neke têkoşîna jiyanê nade meşandin” û wiha axivî: “Ji bo peymana Yekîtiya Ewropa (YE) na, koçber ne kelûpel in.” Yanik da zanîn ku welatiyên ku ji ber şer reviyayî bo zorê vegerandin, ti ferqa wê nîne ku li wir bikujî. Yanik wiha pê de çû: “Ev cîhan têra me tevahiyan dike. Bila hemû sînor bên vekirin! Ji bo koçberan wekhevî, edalet û azadî.”
Piştî daxuyaniyê koçberê Sûriyeyî mafê axaftinê girt û diyar kir ku wan li welatê xwe ne DAIŞ û ne jî rejîma Esad dixwestin. Koçberê Sûriyeyî Alvan Zûheyter der barê 11 koçberên duh ên ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin daxuyaniyek da, her çendî ji aliyê dewleta Tirk ve bê înkarkirin jî, 11 koçber ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin qetilkirin. Zûheyter ê ku bang li dewleta Tirk kir, wiha got: “Hûn dikarin me negirin welatê xwe, lê ti mafê we nîne ku hûn me qetil bikin.”