Koç: Li hemberî dagirkeriyê em ê helwesteke neteweyî werbigirin
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got ku di 27’ê Tîrmehê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk em ê helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç got ku di 27’ê Tîrmehê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk em ê helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç 4 rojan li Berlînê hevdîtin pêk anî û diyar kir ku di 27’ê Tîrmehê de wê bi Komxebata Neteweyî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî diyar bikin.
‘EM DEKLARASYONA RÊBER APO JÎ RADIGIHÎNIN’
Koç li Komeleya Civaka Azad a li Berlînê bi nûnerên saziyan û kesên serbixwe re hate ba hev û derbarê hevdîtinên 4 rojan ev tişt got. “Wekî ku tê zanîn li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn geşedanên mezin pêk hatin. Bi berxwedanên greva birçîbûnê, destkeftiyên girîng hatin bidestxistin. Di 2’ê Gulanê de bi Rêber Apo re hevdîtinek hate kirin û Rêber Apo deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê, ji bo raya giştî eşkere kir. Em rêveberên saziyên Kurdan jî, em 4 roj in li Berlînê ne. Yek ji armanca me jî ev e ku em deklarasyona Rêber Apo belav bikin û bigihînin gelek derdoran. Li ser vî esasî ronakbîr, nivîskar û nûnerên saziyan ên Tirkiye û Kurdistanê em dicivin û nîqaşan dikin. Em bi gelek siyasetmedar, hunermend, rojnamegerên azadîxwaz, demokrasîxwaz re rûniştin.”
‘DI 27’Ê TÎRMEHÊ DE EM Ê HELWESTEKE NETEWEYÎ WERBIGIRIN’
Koç got ku “Wekî tê zanîn dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê dest bi dagirkeriyê kiriye û sazî û rêxistinên Kurdan bi navê ‘Dîplomasiya Hevbeş’ ji bo helwesta neteweyî wê di 27’ê Tîrmehê de komxebatekê pêk bînin. Me di hevdîtinan de dît ku li hemberî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê û hevkarê dagirkeriyê PDK’ê divê helwesteke neteweyî hebe. Di komxebata me ya di 27’ê Tîrmehê de em ê helwesta xwe ya neteweyî diyar bikin.”