Kobaniyan nerazîbûnên tund nîşanî Tirkiyeyê dan

Kobaniyan nerazîbûnên tund nîşanî Tirkiyeyê dan

Hêzên YPG-YPJ ku ev 78 roj e li dijî çeteyan li ber xwe didin, li dijî êrîşa ji aliyê Tirkiyeyê ve hat kirin jî berxwedanek mezin hat nîşandan. Kobaniyên ku piştî şer hatibûn Pirsûsê û di konbajaran de dijîn diyar kirin ku Tirkiyeya ku alîkariyê dide DAIŞ’ê ji kesên ku axa wan diparêzin re dijminahiyê dike û hat gotin ku ti car ji Tirkiyeyê ji bo wan fêde nehatiye.

Kobaniyên ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê şermezar kirin, diyar kirin ku DAIŞ ev sê sale êrîşî Kurdan dike. Welatiyê bi navê Siyam Bekir diyar kir, "Dîtin ku çete nikarin bi me, bi dewleta Tirk re hevkarî kirin. Kobanê wê nekeve. Yek zarokê me jî bimîne wê çeka me bigire û şer bike."

Zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Ti dewlet bila bêdengiyê ji me nepê. Bila bersivê bidin çeteyên DAIŞ’ê ku ji êdî ji axa Tirkiyeyê êrîş dikin û yan jî em ê jî tevlî vê pêşdeçûnê bibin. Tirkiyeyê hemûyî bidin min ez Kobanê bernadim. Kobanê xweş e, ya me ye. Ji ber Pirsûs nêzî Kobaniye ez li vir im. Ger êrîş berdewam bikin ez ê jî biçim Kobanê û şer bikim."

JI TIRKIYEYÊ TI CAR FÊDE NEHAT

Zelîha Hasan a 50 salî ku bi 5 zarokên xwe re hat Pirsûsê bêdengiya dewleta Tirk şermezar kir û got: “Tirkiye bi alîkariya ku dide çeteyan jiyana gelê xwe dike xetereyê. Dewleta Tirk Kobaniyên ji êrîşên DAIŞ’ê direvin naxe axa xwe, lê çeteyan dihêlin. Me ti carî ji Tirkiyeyê fêde nedît.”

BIRATÎ WISA NABE

Siyabend Rumi jî diyar kir ku ew naxwazin dewleta Tirk alîkariyê bidin DAIŞ’ê û got: “Dewleta Tirk alîkariyê dide çeteyên ku em ji axa me kirine der. Biratiyek wisa nabe. Ger em birayê wan bin bila piştgiriyê bidin me, nedin wan.”