Koalîsyona Neteweyî a Opozîsyonê beşdarbûna Îranê Cenev-2 pejirand
Koalîsyona Neteweyî a Opozîsyonê beşdarbûna Îranê Cenev-2 pejirand
Koalîsyona Neteweyî a Opozîsyonê beşdarbûna Îranê Cenev-2 pejirand
Koalîsyona Neteweyî ya Opozîsyon û Hêzên Şoreşger ên Sûriyeyê cara yekem beşdariya Îranê ya di konferansa “Cenev-2” yê de qebûl kir. Lê, bi şerteke ne gelek zelal. Derbarê rewşa li dor Sûriyeyê û perspektîvên “Cenev-2” yê de şîroveya şirovegerê Rûs Vladîmîr Sajîn wisa ye:
“Nûnerê fermî yê koalîsyona opozîsyona Sûriyeyê Lûey Safî got ku koalîsyon dikare helwesta xwe ya li ser beşdariya Îranê di konferansa “Cenev-2” yê venêre, eger Tehran çekdarên xwe ji Sûriyeyê vekêşe û tawanên rejîma Sûriyeyê nas bike. Bi gotineke din, koalîsyon tenê hingê wê li dijî beşdariya Îranê ya konferansa “Cenev-2” yê dernekeve, eger Îran hemû têkiliyên xwe bi Şamê re bibire û li bal koalîsyona Sûriyeyê cihê xwe bigire. Gelo ew daxuyanî hêjayê wê yekêye, ku mirov bi awayeke ciddî nêz bibe? Pirs, elbet retorîk e.
Roja 22’yê Kanûna Paşîn çiqas nêz dibe, azweriyên siyasî yên li ser konferansa “Cenev-2”yê jî geştir dibin. Hemû aliyên têkildar hewldidin ji demê zûtir avantajên xwe yên konferansa navneteweyî ya “Cenev-2” yê bidine zêdekirin. Gereke destpêkê de ew yek bête zelalkirin, ka li Sûriyeyê kî li dijî kê ye. Ew yek, ji alîyekê ve erkeke hêsan û ji aliyê din ve jî erkeke gelek dijware. Eger bi kurtahî bête gotin, opozîsyona çekdar li dijî rejîma Beşar Esad şer dikin û hewldidin wê rejîmê hilweşînin. Ango şerê ji bo desthilata li welêt.
Îran û “Hizbullaha” Lubnanî alîkariyeke xurt didine serokê Sûriyeyê Beşar Esad. Gelek komên cuda jî, yên ji aliyê Erebistana Siûdî û Katarê ve têne piştgirîkirin, li dijî rejîma Şamê şer dikin. Di nav wan de hem kesên nêzê welatên Rojavayê cih digirin û hem jî komên cuda yên îslamî. Lê, komên herî xurt “Cephet En-Nûsra” û “Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê” hem li dijî rejîmê û hem jî li dijî hinek komên din ên opozîsyonê şer dikin. Bi tevî hişyarîyên Moskowê jî, di destpêka şerê navxweyî ya li Sûriyeyê welatên Rojavayê alîkariyeke gelek mezin dane hemû komên li dijî rejîma Beşar Esad şer dikirin. Di encamê de Sûriye vegeriya hola terorîzmê, ku hem ji bo Rojavayê û hem jî ji bo Rojhilatê xeteriyan saz dikin.” Siyasetzanê leşkerî Yûriy Bondar rewşê wisa şîrove dike:
“Wisa diyare, ku Rojava êdî fam dike, ku şerê li Sûriyeyê şerê siyasî û îdeolojîk yê di navbera Îran û Erebistana Siûdî de ye, ku dixwazin bibine lîderê herêmê. Di wê rewşê de komên Îslamî yên radîkal bi awayeke serkeftî Sûriye ji bo xwe kirin barêgeha leşkerî. Niha tê dîtin, ku cîhanê ew yek dereng fam kir. Derkete holê, ku bêy Tehran û Riyadê çareserkirina rewşa li Sûrîyeyê ne pêkan e. Tenê Erebistana Siûdî dikare komên îslamî yên nêzê “El-Qaîde” yê yên demek berî niha di bin “Enîya Îslamî” de yekitî saz kirinî, qane bike û şer bide rawestandin. Ew mijar gereke di konferansa navneteweyî ya “Cenev-2” yê de bêne gotûbêjkirin, ku bi înîsiyatîva Rûsya û DYE`yê û bi beşdariya hemû aliyên têkildar bê te lidarxistin``.
Elbet, wisa diyare, ku nîqaşên li Jenevê krîza li Sûriyeyê çareser nakin, lê dikarin ji bo lihevhatina tevgerên cuda yên li Sûriyeyê û rawestandina şerê birakujiyê bibine bingeh.