KNK û ÛIKI: Em ê Darîo Fo bidin jiyîn!
KNK û ÛIKI’yê têkildarî mirina Nivîskarê Listika Darîo Fo peyama sersaxiyê da.
KNK û ÛIKI’yê têkildarî mirina Nivîskarê Listika Darîo Fo peyama sersaxiyê da.
Konseya Rêveberiya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) û Ûffîcîo d’Informanzîone del Kurdistan în Îtalîa, têkildarî mirina Nivîskarê Lîstikan ê Îtalî, Lîstikvan û Derhênerê Şanoyê Darîo Fo peyama sersaxiyê da.
Di peyama sersaziyê de wiha hate gotin: “Piştî mirina France Rame û şûn de, mirina hevalê wî û yekîtiya siyasî û çandî Darîo Fo, gelê Kurd dostekî nû piştîvanekî din ê xwe winda kir.
Di peyama ku behsa têkoşîna azadiya hunermendên mîna Fo û Rame kirin û wiha anî ziman: “Darîo Fo ku ji bo azadiya Ocalan yek ji kesên ku îmze xwe daye, herî dawî jî beşdarî kampanayay li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li xaka Rojava bibû û dabûdiyar kirin ku li pişt gelê Kurd e. Yek ji ronakbîrên ku lîstikên wî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. “
‘MIRINA WÎ ÊŞEKÎ MEZIN E’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Dostê Kurdan şanoger, wêjevanên Îtalî Darîo Fo yê ku xwediyê Xelata Wêjeyê ya Nobelê, jiyan xwe ji dest da.Mirina Darîo Fo hem ji bo gelê Îtalî, gelê Îtalî û ji bo cîhana wêje û hunermendiyê êşekî pir mezin e. Em bi mirinekî ne li wext ketin nava êş û şînê de, ew hem dostekî baş, hem jî welatparêz û mirovekî bi qedir û qîmet bû.
Bi vê yekê em di serî de divêjin Xwedê bi rehma xwe şake, ji gelê Îtalî û cîhana wêje, hunermediyê û hemû dostên re sersaxiyê dixwazin. Em wkek dostên wî yên Kurdistanî bîranînê wî di Kurdistanekî azad de bidin jiyîn.