KNK: Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê dike; divê bê bersiv nemîne

KNK'ê êrîşa dewleta Tirk a li ser şehîdgehan bi tundî şermezar kir û got, "Heke dewletekê destên xwe dirêjî gorên wan kesên ku ruh û giyana xwe fedayî welatê xwe kirî jî bikin êdî li wê derê maneya gotinê namîne û divê nerazîbûn bi kiryarî bê nîşandan."

Konseya Rêveber a KNK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehîdgehan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî bomberdûmana ji erdê û hewayê ya li ser Şehîdgehên li Kurdistanê, bi makîneyên kar gor û goristên şehîdan serûbin dikin, kêl û ferşan dişkênin, goran xera dikin û meytên şehîdan derdixin û dibin.

KNK'ê da xuyakirin ku piştî xerakirina Şehîdgeha Xerzanê û revandina cenazeyên şehîdan, dewleta Tirk xerabkariya xwe dewam kiriye û Şehîgeha Îsmaîl Ronahî ya li gundê Kolan ê Gimgimê bi ber êrîşan wan ketiye.

NE NÛ YE KU DEWLETA TIRK MEYTAN DIDIZE

Konseya Rêveber a KNK'ê destnîşan kir ku diziya meytan a dewleta Tirkiyeyê ne nû ye û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi vê kiryara xwe ne ku tenê ji têkoşerên Kurdistanê yên sax ditirse, her wisa ji gor û goristanên van têkoşeran jî ditirse. Her kê canê xwe di ber doza Kurdistanê de dayî be û ev bedena wan di axa Kurdistanê da hatibe veşartin bûye sebebê tirseke mezin ji bo vê dewleta xwînxwar.

Gorên Seyid Riza û hevalên wî, gorên Şêx Seîd û hevalên wî, her wiha gorên gelek şehîd û serhîldêrên Kurdistanê jî, heta niha nayên zanîn ka li kî derê ne. Dewleta Tirk ji ber Kurdbûyîna wî ji gora Seîdê Kurdî (Nûrsî) jî tirsa û ew ji gorê derêxistin û meytê wî bêseraşûn kirin."

BI ÊRÎŞA LI SER ŞEHÎDGEHAN, DEWLETA TIRK SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE

KNK'ê ev kiryarên dewleta Tirk bi xurtî rûreş û şermezar kir û got, "Ev êrîşeke bêtixûb a dijî hemû normên mirovahiyê ye. Di şer de jî hindek prensîb hene ku terefên şer li ser baldar in. Hindek cih hene ku di nav şerekî gelek dijwar de jî hindî mumkun nayên bombe kirin. Gor û Goristan, Xestexane, mabedên dînî ji van cihan in ku li derveyî êrişan dihêlin. Lê belê dewleta Tirk di vî warî da jî bêperwa ye, bêtixûb e û bi kîn û nefreteke mezin êrişî van cih û waran dike.
Ji bo hemû neteweyan hindek biha hene ku pîroz in. Ji bilî baweriyên dînî û mezhebî hindek normên mirovî hene ku di nav hemû miletan da bi hevparî bihadar in û derveyî şer û arêşeyan in. Şehîdgeh cihên wisa ne. Binpêkirina van norman sûcekî dijî mirovahîyê ye. Dewleta Tirk bi van êrişên li ser Şehîdgeha, vî sûcê mirovahiyê dike."

KNK'ê destnîşan kir ku Şehîd û Şehîdgeh di nav bawerî û edetên Kurdan de jî bihadar in, pîroz in û wiha dewam kir, "Lewma êrişa li ser van pîroziyan bi rengekê komkujîya manewiyata miletê Kurd e jî.

'ÊRÎŞA LI DIJÎ ŞEHÎDGEHAN DIVÊ BÊ BERSIV NEMÎNE'

Şehîdgeh ji aliyekê ve nîşaneyên nasnameya Kurd û Kurdistanê ne. Lewma KNK bi giringî bang li hemû dînamîkên Kurdistanê dike ku li ser van bihayên hevpar û pîroz pozisyoneke xurt ya parastinê nişan bidin û dijî van êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin, her bi çi rengî be nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Heke dewletekê destên xwe dirêjî gorên wan kesên ku ruh û giyana xwe fedayî welatê xwe kirî jî bikin êdî li wê derê maneya gotinê namîne û divê nerazîbûn bi kiryarî bê nîşandan.

Ev êrişa dewleta Tirk ya li ser Şehîdgeha û dizîna meytên şehîdan bi ti rengî nayê qebûl kirin û divê bêyî bersiv neyê hêlan."