KNK: Nelson Mandêla dostekî dilsoz yê gelê Kurd bû
KNK: Nelson Mandêla dostekî dilsoz yê gelê Kurd bû
KNK: Nelson Mandêla dostekî dilsoz yê gelê Kurd bû
Kongireya Netewî a Kurdistanê (KNK) peyamek ya sersaxiyê ji bo malbata Mandêla û gelê Efrîqa Başûr Weşand. KNK’ê di daxuyaniya xwede diyar kir ku, “Mirina Nelson Mandêla, ji bo gelên bindest û tevahiya gelên cîhanê, ji bo demokrasî û jiyaneke bi rûmet windahiyeke mezine.”
Piştî dûh bişev hate bihîstin rêberê efsanevî yê Başûrê Efrîqa Nelson Mandêla jiyana xwe ji dest da, ji gelek saziyên Kurdistanî peyamên sersaxiyê hatin weşandin.
Kongireya Netewî a Kurdistan KNK’ê jî peyamek ya sersaxiyê ji bo malbata Mandêla û gelê Efrîqa Başûr Weşand.
KNK’ê di peyama xwede wiha dibêje: “ Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku lîderê efsanewî yê Efrîqa Başûr û dostê gelê Kurd Nelson Mandêla jiyana xwe ji dest da. Em ji bo malbata Nelson Mandêla û tevahiya gelê Efrîqa Başûr sersaxiyê dixwazin. Nelson Mandêla, têkoşerê demokrasî û gelên bindest bû. Di tevahiya jiyana xwe de, wek hawariyê demokrasî, azadiya gelên bindest û mafên mirovan têkoşîn kir. Nelson Mandêla dostekî dilsoz yê gelê Kurd bû û heta roja dawî jî, ji bo mafên gelê Kurd û azadiya Rêberê Têkoşîna Azadiya Kurd Abdullah Ocalan têkoşîn kir. Bi vê mebestê û ji ber ku mafê Kurdan erê nake, nasnameya gelê Kurd nas nake, weke rejîma Başûrê Efrîka Apartayd, li dijî gelê Kurd qirkirinan pêk tîne, xelata dewleta Tirk û desthilatdariya Tirk, ya bi navê Mustafa Kemal, red kir. Têkoşîna wî ya demokrasî, mafên gelan û mafên mirovan wê di dîroka mirovahiyê de bi xetên zêrîn were nivîsandin. Mirina Nelson Mandêla, ji bo gelên bindest û tevahiya gelên cîhanê, ji bo demokrasî û jiyaneke bi rûmet windahiyeke mezine. Em careke din xemgîniya xwe tînin ziman û ji malbata Nelson Mandêla û gelê Efrîqa Başûr re sersaxiyê dixwazin.”