KNK: Gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin!
KNK: Gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin!
KNK: Gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin!
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)’ê di 77. salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî de ew bibîr anîn. KNK’ê got, “Em wek KNK Seyid Riza û hevalên wî bi rêzdarî bibîr tînin. Kurd û Kurdistanî, pêkve Dêrsimî îro jî girêdayî rê û rêbaza Seyid Rizayî ne.” KNK bang li dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê kir ku gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya 77. salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî daxuyaniyek weşand, KNK’ê ku Seyîd Riza û hevalên wî bibîr anî diyar kir, “Darvekirina rêberê serhildana Dêrsimê Seyid Rizayî ye. Ev e demek e ku li ser Serhildana Dêrsimê û rêberê wê Seyid Riza gengeşîyên têkilav têne kirin. Reftara dewleta Tirk û berdevkên wan xuya ye û ji bo wan ev ‘isyana dijî dewletê’ hatiye berteref kirin û isyankar hatine kuştin.”
Daxuyanî wiha didome: “Lê belê ji bo xelkê Kurd û Kurdistaniyan ew bûyer ”Serhildana Dêrsimê” ye û Seyid Riza rêberê wê ye û ji ber doza Kurd û Kurdistanê digel şeş welatiyên xwe, ku yêk ji wan kurê wî bû, ji aliyê dewleta Tirk ve hatine darvekirin û operasyona li Dêrsimê hatiye kirin jî bi encamên xwe ve bi timamî jenosîd e û ev tespît divê bi dengekî bilind jî bê gotin.
Dîroka Dewleta Tirk gelek qirêj û bi xwîn e. Dewleta Tirk heta gewrîya xwe di nav xwîna Kurdan da ye. Sicîla Dewleta Tirk ji aliyê Kurdan ve reş e. Yek ji wan rûpelên reş û tarî jî jenosîda Dêrsimê ya 1938’an e. Dewleta Tirk li hemberî gelê Kurd û Dêrsimê sûcdar e, gunehkar e. Hikûmeta AKP’ê ji ber berjewendiyên xwe yên polîtîk, li ser navê dewleta Tirk bi serê lêvan lêborînê dixwaze, lê belê bi nav kirina ”jenosîdê” red dike ku eve paradoksa wan nîşan dide. Hal ew e ku kiryara dewleta Tirk a 1937-38’an li Dêrsimê jenosîd e û divê wisa jî bê gotin û li ser vê jenosîdê lêborîn bê xwestin û daxwazên Dêrsimiyan bêne bicihînan û tazmînat bê dayîn.
Kurd û Kurdistanî divê vê bûyera xembar ji bîr nekin û nedine jibîrkirin û her wiha rêberê serhildana Dêrsimê Seyid Riza jî her daîm bê bîranîn. Seyid Riza bi cesaret çû ber benê sêdarê û kursiyê bin piyên xwe bi xwe avêt. Berî ku benê darvekirinê bike stûyê xwe axivtineke wisa kir ku divê di hiş û bîrên Kurdan da daîm deng vede. Seyid Riza bi reftar û vê gotina xwe ve bû sembola dîrokî yê berxwedana Dêrsimê. Ev gotinên Seyid Rizayî rûreşiya dewleta Tirk nîşan didin. Seyid Riza li beramberî celadên xwe bi dengekî bilind wisa got:
‘Ez bi derew û hîleyên we ne westam, ev e ji bo min bû derd.
Lê belê min jî li ber we çok neda, ev e jî bila ji bo we bibe derd.’
Em wek KNK Seyid Riza û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Kurd û Kurdistanî, pêkve Dêrsimî îro jî girêdayî rê û rêbaza Seyid Rizayî ne. Kurd îro jî li ber derew û hîleyên dewleta Tirk têkoşînê didin û di roja şehîdbûna wî da wan gotinên wî yên giranbuha dubare dikin û ji bîr nakin." KNK'ê herî dawî bang li dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê kir û got, "Gora Seyid Riza û hevalên wî aşkera bikin!"