KNK: Em şehîdên Şeladizê bi hurmet bi bîr tînin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şehîdên Şeladizê yên ji ber balefirên dewleta Tirk bi bîr anî û li dijî dewleta Tirk banga têkoşîna hevpar kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Başûrê Kurdistanê û şehîdên Şeladizê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji zû ve ye dewleta dagirker a Tirkiyeyê ji bo têkbirina destkeftî û serweriyên Başûrê Kurdistanê di nav hewldanan de ye. Ew bi hemû şiyan û metodên xwe dijminkariya xwe, armanca wan kontrolkirin û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Bi serdegirtina leşkerî, avakirina dezgehên xwe yên sîxurî û piştre jî biserdegirtina jiyana aborî re, mudaxeleyên xwe didomîne. Bi hinceta ku hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê hene, êrîşî Başûrê Kurdistanê tê kirin.

Du roj beriya destpêkirina operasyonên van rojên dawiyê, me hemûyan dît ku çawa li ser hev bi balefiran li Şengal û Kampa Mexmûrê hatiye xistin û şêniyên li van deran kirine hedef.

Di 19’ê Hezîrana 2020’an de jî bi balefirên şer li herêma Şêladizê dane û şeş kesên sivîl şehîd kirine. Yek ji wan şehîdan jî ev e ku di Serhildana 2018’an de ya li dijî qereqolên MÎT’a Tirk pêşengtî kiribû.

Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û vê terora dewleta Tirk şermezar dikin. Em bang li hemû gelê xwe, hêzê siyasî û civakî dikin ku, li hemberî van sûc û dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe nîşan bidin û şermezar bikin. Di heman demê de em bang li her sê serokatiyên desthilata Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî dijminkarî û faşîzma AKP û dewleta Tirk bêdeng nemînin.

Dijmin û dagirkerên me di nava krîz, qeyran û lawaziyê de ne ji ber vê jî êrîşî gelê Kurdistanê û destkeftiyên me dikin. Ev jî nîşan dide ku dîplomasiya wan a bi dinyayê re qels bûye û di nava rewşeke xerab de ne.

Çawa mil bi mil, di heman çeperê de me mezintirîn dijminê mirovayeyiyê DAÎŞ têk bir, her wisa em ê êrîşên dewleta Tirk û AKP’ê jî bişkînin.

Bijî hêza gel, bi saya pêşmerge, gerîla û şervanan bila xurttir be yekçeperîya xelkê Kurdistanê. Bijî îradeya fedakarî û niştîmanperwerîya hemû xelkê Kurdistanê.Serfirazî ji bo şehîdên Şêladizêya berxwedêr û tevaya cangoriyên Kurdistanê.”