KNK’ê Roja Mafê Mirovan ya Cihanê Pîroz kir

KNK'ê, 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê pîroz kir û got, “Îro li Kurdistanê, mafên mirovan tên binpêkirin. Bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ku ji bo demokrasiyê dixebitin , hatin binçavkirin û girtin.”

Komîteya Mafên Mirovan  a KNK'ê bi boneya 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê peyamek nivîskî weşand. 

Komîteya Mavên Mirov a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di dewama peyama xwe de wiha got: "Wek tê zanin, îro li her çar parceyên Kurdistanê, mafên Mirovan tên binpêkirin. Bi sedan siyasetmedar, rewşenbîr û kesayetên ku ji bo demokrasiyê dixebitin , hatin binçavkirin û girtin.

Rojane, li jinan tê dayîn, destvêjî dibe û tên kuştin. Di van salên dawî de, mirovahî dema xwe ya herî metirsîdar dijî. Hîna jî ew dîmen li ber çavê gelê Kurd e ku çawa cîhan bû şahid û temaşevanê kolekirina jinê.  Di sedsala 21'an de, li Şengalê, li Rojhilatê Kurdistanê kasibkaran tên kuştin û Kurdan jî darve dikin.

Ev mafên mirovan, ne li Kobanê û ne jî li Bakurê Kurdistanê ku bi sedan zarokên vî gelî di jêrzemînan de hatin şewitandin, jî nema. Îro jî ev binpêkirina mafên mirovan li Helebê berdewame. Ji destpêka vî şerê qirêj heya roja me ya îro, herî zêde ji bo parastina mafê mirov têdikoşe, gelê Kurd, sazî û siyasetmedarên wê ne. Em dubare vê rojê li gelên aşitîxwaz pîroz dikin."