KNK'ê li dijî girtina rojnamevanên Başûrî helwest nîşan da

Komisyona Mafê Mirovan a KNK'ê girtina 5 çalakvan û rojnamevanên Başûrî şermezar kir û daxwaza li dadgeha Temîzê kir ku biryarê hilweşîne.

16'ê Sibatê li Hewlêrê 5 çalakvan û rojnamevanên Behdînanê Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Harîwan Îsa, Mamoste Şivan û Eyad Kerîm her yekê bi 5 sal ceza hatibûn cezakirin û hatibûn girtin.

Komîsyona Mafê Mirovan a KNK'ê li ser girtina 5 çalakvan û rojnamevan got, ''Li gorî agahdarî û zanyariyên me ji çewaniya rêveçûna runiştina dadgehê da, bi giştî nadadperwerane û neyasayîyane bû. Sed ji sed siyasî û tekalî bû. Ji alîyekî ve ev cara pêşî ye ku di heyama 30 salên hukimraniya li başûrê Kurdistanê da tê dîtin û tê hestkirin ku dadwer heye û xelkê dadgayî diken!''

Komîsonê bi berdewamî bal kişande ser zexta siyasî ya li ser dadgehê û got,''Ewa ku duh di nav hola dadgeha 2'yan a Hewlêrê da derbaz bû û ev biryar jê derket, rasterast viyan û biryareke siyasî ya partiyekê bû û çend rojên bihurî xelkê ew tuhmetên han ji serokê hikumetê bihîstibû û her ew jî bûne biyara dawîyê.''

Komîsyona Mafê Mirovan a KNK'ê bang li saziyan kir ev biryar were cezarkirin û xwest ku rojnamevanên girtî werin berdan.

KNK'ê got, ''Dengê xwe didine balî dengê wan dilsoz û mafxwaz û rêxistiyên biyava mafên mirovan li Kurdistanê û vê biryara han şermezar dikin.

Daxwaz ji dadgeha Temîzê dikin ku zû vê biryarê helbiweşîne û ew birêz jî bêne azadkirin.''