KNK’ê komkujiya Kerkûkê şermezar kir
KNK’ê komkujiya Kerkûkê şermezar kir
KNK’ê komkujiya Kerkûkê şermezar kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) komkujiya li Kerkûkê pêk hat û hemû êrîşên li Rojavayê Kurdistanê û deverên li dijî Kurdan pêk tên şermezar kir û got: “Mixabin, raya giştî ya cîhanê, mîna komkujiyên li Parîsê, li Suriye, li Bakurê Kurdistanê, li Iraqê jî bêdeng e. Balkêş e, ku xwe berpirsiyarê cîhanê dibînin jî, di kuştina Kurdan de, lîstika sê meymunan dilîzin.”
Serokatiya Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: ““Di demeke ku, nunerên taybet yên Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ereban, lêderên sûper hêzên cîhanê, ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn dinava lêgerînan de ne û cîvînan çêdikin; êrîşên li dijî gelê kurd jî zêde bûne.”
KNK’ê bi bîr xist ku piştî komkujiyê li Helebê, taxa Eşrefiye, li Kerkûkê jî, duyemîn car êrîşeke terorane hate lidarxistin û komkujiyek hate pêkanîn û wiha domand: “Mixabin, raya giştî ya cîhanê, mîna komkujiyên li Parîsê, li Suriye, li Bakurê Kurdistanê, li Iraqê jî bêdeng e. Balkêş e, ku xwe berpirsiyarê cîhanê dibînin jî, di kuştina Kurdan de, lîstika sê meymunan dilîzin.”
Kongreya Neteweyî got: “Em êrîşên li Kerkûkê û êrîşên li tevahiya cîhanê ku li dijî kurdan têne lidarxistin bi dijwarî şermezar dikin. Em bang li raya giştî û hêzên demokratîk, li Neteweyên Yekbûyî, li Yekîtiya Ewropa û li Yekîtiya Ereban jî dikin ku, li hemberî van komkujiyan dengê xwe bilind bikin. Li hemberî mafên rewa û demokratîk yên gelê kurd jî birêz bin.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam dike: “Em weke KNKê êrîşa li Kerkûkê bi dijwarî şermezar dikin, ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê dixwarin.
Divê werê zanîn ku di şexsê gelê Kurd de, mirovahî, nirxên mirovahiyê têne kuştin.
Divê werê zanîn ku gelê kurd, cografya Kurdistanê, di encama siyasetên navneteweyî de û ji bo berjewendiyên bazirganî hatin parçe kirin. Di vê parçe kirinê de, îradeya gelê kurd, nasname û statuya siyasî ya gelê kurd jî, ji holê hate rakirin. Lewma dewletên dagirkerên Kurdistanê, siyaseta inkar û tunekirinê kirin pratîkê û heta îro jî didomînin.
Hemberî ku hêzên global, cîhaneke nû sazkar dikin, dixwazin hêzên herêmê li ser dengeyên nû rûnînin û herêmê ji nû de dizayn bikin jî, dewletên statukoparêz, Tirkiye, Iraq, Iran û Suriye di siyasetên klasîk yên kujerî, inkar û tûnekirina gelan de israr dikin. Bi vê siyasetê jî, hêzên çete û paramilîter koordîne dikin û li dijî gelê kurd bikar tînin. Ji aliyê din ve, hêzên dagirkerên Kurdistanê êrîşî gelê kurd dikin.
Êrîşa li Kerkûkê jî di encama siyasetên dewletên dagirker û statukoparêz de pêk hat.
Em êrîşa li Kerkûkê, ji kokujiya Helebê, ji komkujiya Geliyê Tiyarê, ji komkujiya Roboskê û ji komkujiya Parîsê cûdatir nabînin. Ev komkujî teva, encama siyaseta komkujiya li Helepçê û Enfalan e.
Gelê kurd 40 sal in, li dijî vê siyaseta kujer û faşîzan têkoşînê dike û li hemberî berdêlên giranbiha gavekê paş de ne avêtiye. Bila werê zanîn ku, ji îro û pê de jî, gelê kurd, ji têkoşîna li dijî hêzên dagirker û siyaseta inkar û tûne kirinê de, paş de gavan navêje.
Em weke KNKê, bang li raya giştî ya Rojhilata Navîn, li raya giştî ya 4 dewletên têkildarî cografya Kurdistanê û tevahiya cîhanê, li hêzên demokratîk dikin ku, li hemberî êrîşên li dijî gelê kurd bi hişyarî tevbigerin. Divê bizanibin ku, her êrîşa li dijî gelê kurd li dijî gelên herêmê teva ye, li dijî nirxên mirovahiyê ye.
Dîsa, em bang li hêzên global, li saziyên navneteweyî teva dikin ku, li hemberî mafên gelê kurd yên rewa û demokratîk birêz bin.”