KNK’ê Fermana Şengalê bi bîr anî

KNK’ê  Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê bi bîr anî û got, ‘’Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestîya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şingalê ve êrişî Kurdistanê kirin. ‘’

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser Şengalê ya bi destê DAÎŞ’ê bûyî bi bîr anî û got, ‘’ Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestîya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şingalê ve êrişî Kurdistanê kirin. ‘’

KNK’ê bi domdarî got,‘’Şingal, warê qedîm yê xelkê me yê Êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAÎŞ!ê. Ji vê êrişa DAÎŞ’ê hemû dagîrkerên Kurdistanê memnûn bûn. Îran, Tirkîye û hetta rêvebirîya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van merkezên dagîrkerîyê. DAÎŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwastin hem destkevtên Kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têkbibin û careke dî nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji alîyê teessubîya îslamî ve bawerîya Êzidîtîyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan.’’

HPG, YPG, YPJ’Ê QEHREMANÎ Û FEDKARIYEKE MEZIN KIRIN

Daxuyaniya KNK’ê bi berdewamî wiha dibêje:

Revdeya DAÎŞ’ê Şingal dagîr kir û dest bi komkujîya xelkê me yê Êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêk ve kuştin, jin jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestîya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê Êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkarîyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAÎŞ’ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şingalê dîsa ve bilindahîya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîdal ya li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Teybetî Gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê bi qegremanî û fedakarîyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşîya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji alîyê leşkerî ve, hem jî ji alîyê hewcehîyên mirovî ve piştevanîyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî de, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAÎŞ bi seferberî û hevratîya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî da Şingal û cihên dî yên Kurdistanê ji DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin.

GELEK JINÊN ÊZÎDÎ HÊ JÎ BÊSERÛŞÛN IN

Digel ku Şingal îro ji DAÎŞ’ê hatîye paqij kirin û hêjmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê bab û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndarîya 3’yê Tebaxa 2014’an di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind ya jinên Êzidî yên ku hatine êxsîr kirin hêj jî bêserûşûn in û aqîbeta wan ne dîyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kirîye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihnîyeta reş ya îslamî û divêt ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahîya xwe ve daîm di rojevê da bête ragirtin. Herwisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jîyana peneberîyeke dijwar da belav dibe û ji bo başkirina jîyana wan jî divêt xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

HÊZEN KU DIVIYA PARASTINA ŞENGALÊ BIKIRANA PARASTINA ŞINGALÊ NEKIRIN

Mixabin hêzên ku lazim bû Şingal biparastina, hêzên wê demê li Şingalê bûn û ji parastina Şingalê berpirsyabûn, wan hêzan Şingal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ev jî rastîyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şingalî xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şingal xwedî statûteyek teybet û xweser bitin.

Di salvegera vê bûyera dilsoj de ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatîye anîn, dilê Kurdan hêj jî şkestîye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtinîyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistanîyan ve dibe.

KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatîye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadîyeke kamil dîyarîyî xelkê me bikin.’’