KNK’ê êrîşa li Helebê şermezar kir
KNK’ê êrîşa li Helebê şermezar kir
KNK’ê êrîşa li Helebê şermezar kir
KNK’ê der barê erîşa dawî ya hêzên rejîma Suriye ku li Helebê Taxa Eşrefiye pêkanîn daxuyaniyek da û diyar kir ku careke din da xuya kirin ku di hedefa dagirkerên xaka Kurdistanê de gelê kurdin. KNK’ê da zanîn ku mînaka herî dawî jî êrîşên hêzên çete û paramilîter yên li Serêkaniyê ne û got: “Lê, baş tê xuya kirin ku di çarçoveya komploya navneteweyî de, êrîşên li dijî gelê kurd bi dijwarî berdewam dikin. Mînak dawî jî komkujiya li Parîsê ye. Girtina ambulansa Fransa li Serêkaniyê jî, hevkariya Tirkiyê û Fransa jî eşkere dike.”
KNK’ê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “ Di êrîşa li dijî Taxa Eşrefiye de, êrîşên hovane yên li Serêkaniyê jî daxuya kirin ku, hêzên dagirkerên Kurdistanê, di bin pêşengiya dewleta Tirk û desthilatdariya AKP’ê de sivîl, zarok, jin, kal û ciwan jî di nav de, her kesî hedef digirin. Ji bilî Taxa Eşrefiye hêzên çete û paramilîter, kalê 68 salî, bi êşkencê kuştin.
Em weke KNK’ê, êrîşa li Helebê Taxa Eşrefiya bi tund şermezar dikin û ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji bo kesên birîndar jî şîfayê dixwazin.”
DI HEMÛ ÊRÎŞAN DE DEWLETA TIRK SERKÊŞIYÊ DIKE
KNK wiha pêde çû: “Dîsa em ji malbatên kalê 68 salî û tevahiya kesên ku li Serêkaniyê di encama êrîşên hêzên çete û paramilîter de jiyana xwe ji dest dane, sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Pêwiste were zanîn ku di tevahiya êrîşên li dijî gelê kurd de, dewleta Tirkiyê serkêşiyê dike.
Di şexsê Suriyeyê de, hêzên global şer dikin û dewleta Tirkiyê jî wek taşeron bûye maşika destê van hêzan. Lewma di her komploya li dijî gelên herêmê de Tirkiye derdikevê pêş. Ev helwesta dewleta Tirkiyê, gelê Tirk jî di nav de, ziyanê dide tevahiya gelên li Rojhilata Navîn. Herî zêde gelê kurd ji van komployên dagirkerî û êrîşên hovane ziyanan dibîne.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em careke din, êrîşa hewayî ya li Helebê, li dijî taxa kurdan, Eşrefiyê bi tundî şermezar dikin û bang li raya giştî ya cîhanê, li Yekîtiya Ereban, li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî, sazî û dezgehên demokratîk teva dikin ku, li dijî êrîşên hovane û faşîzan ku ji aliyê dagirkerên Kurdîstanê ve têne kirin û bi armanca qirkirina kurdan têne kirin, dengê xwe bilind bikin. Ji şexsê kurdan de mirovahî û nirxên mirovahiyê têne kuştin.”