KNK'ê encamnameya 'Rawêja Rojhilat' eşkere kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya konferansa "Rawêja Rojhilat" a li ser Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 21'ê Sibata 2021'ê de bi navê "Rawêja Rojhilat" konferansek li ser Rojhilatê Kurdistanê li dar xist. Konferans ji ber vîrûsa koronayê li ser înternetê hate kirin.

Ji nûnerên partî, aliyên siyasî, rêxistinên civakî û kesayetên serbixwe zêdeyî 250 kes tevlî konferansê bûn.

KNK'ê encamên konferansê bi daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir û bal kişand ser rewşa xerab a li Rojhilatê Kurdistanê ku bi destê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye afirandin.

KNK'ê diyar kir ku beşdarên konferansê rengdaneke biçûk a Rojhilatê Kurdistanê bûn û destnîşan kir ku rêxistin, takekesên tevlî Rawêja Rojhilat bûn, vê encamnameyê dixin ber destê raya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Kurdistanê:

"1. Hemû beşdarên di komcivîna Rojhilat de bi tundî siyaseta dagirker a Komara Îslamî ya Îranê tawanbar dikin û xwedî li gelê xwe derdikevin. Beşdar amaje bi nebûna dadgeh, yasa serwerî dikin û bi tundî li dijî sêdaredan û reşbigîrî radiwestin û piştgiriya çalakvanên medenî di hemû waran de û zindaniyên siyasî dikin. Li wan xwedî derdikevin.

2. Beşdervanan her wiha di komcivîna Rawêj a Rojhilat de kolberî bi karekî naçarî datînin. Çavkaniya vî karê neçarî siyaseta dagirkarî ya Komara Îslamî ye. Ji ber vê yekê em dîtina Komara Îslamî di derheqa Kolberan de mehkûm dikin ku wan weke bijewîder/qaçaxçî di bîne û bi destê enqez û bi zanebûn destdirejî ser wan dikin. Beşdar doz dikin ku di derheqa kolber û zindaniyên siyasî de bi navê Beşdarên konferansê çend çalakiyên hevbeş bêne kirin.

3. Beşdarên konferensê zimanê dayikê weke mafê rewa yên gelan dizanin bêyî virde-wirde û xwedî li zimanê Kurdî derketin. Dawe dikin ku herkes di warê xwedî lê derketina ziman û zaravan de çalak bin.

4. Beşdar ji KNK'ê dixwazin ku ji bo nêzîkkirina li hev a partî û rêxistinên Rojhilat, bi rola xwe tevbigere. Her wiha civîn û çalakiyên di vî warî de pêwistin û divê berdewam be.

5. Rêxistin, kesên serbixwe û partiyên siyasî ku beşdarî konferansê bûbûn pêdagirî li ser bihêzkirina yekîtiya neteweyî, pêşxistina bîra firelayanî, demokrasî û hevûdin qebûlkirin kir.

6. Baweriya beşdaran ew e ku part û rêxistinên Rojhilat divê bi awayekî hewrê û hevniştîmanî nêzîkî hev bibin û hewlî dilsozana ji bo encamdana kar û bi serxistina projeyên hevbeş bidin.

7. Beşdar her wiha dozê li hemû aliyan dikin, nemaze rêxistinên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ku pêk ve çalakiyên hevbeş bikin. Ji ber ku ev yek guşarê têxe ser Komara Îslamiya Îranê. Her wiha divê hevdeng piştgiriyê li zindaniyê siyasî bikin û li dijî sêdaredan û terorkirina her roj ya li ser çalakvanên siyasî û medenî yên Kurdistanê biwestin.

8. Beşdar piştgiriyê ji bo geş û hawayeke azad ji bo hemû pêkhateyên Rojhilat dikin. Û her wiha dixwazin ku bi awakî lihevbûrîn rêzgirtin ji bo bîr û baweriya cawaz hemû kes li hev binêre. Ev yek dibe havêynê avakirina civateke mirovî, tendurist û demokrat.

9. Beşdaran piştgiriya xwe ji bo karê xebatkeran, kolberan û zahmetkêşan ragihandin. Beşdar her wiha dibînin ku hejarî û nedarî kêşeyeke gewre ye di warê azadî û demokrasî de.

10. Beşdarên konferansê pêwist dizanên ku belênnamayek ji aliyên hemû rêxistinên siyasî ve bê vajokirin. Her kêşeyeke ku heye divê di rêya giftugo re bê çareserkirin.

11. Beşdaran diyar kirin ku divê bizava azadkirina birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên Kurd berdewam be. Dozê dikin ku Tirkiye û Îran dev ji reşbigîrî û zîndanîkirinan berdin. Û timamê zîndaniyên siyasî azad bikin. Ev dibe payeke girîng ji bo çareseriyeke aştîxwaz li navçeyê.

12. Her wiha em dawa dikin ku piştgirîyê ji bo azadiya jin û lawên Kurd bê kirin. Divê her kes dev ji sersarî û xwedûrkirinê berde û di warê giftugo û hevrêtiyê de çalak bin.

13. Beşdar van planên abûrî û serbazî bi tundî şermezar dikin ku dibine hevkar ji bo xirabkirina xwezaya Kurdistanê. Weke xak, daristan û hewa. Wekî din ev yek dibe hevkar ji bo navçûna ajelên kovî û balindan. Di heman demê de piştgiriyê li xebatkerên xwezayê dikin û karê wan bilind dinirxîne.

14. Beşdar her wiha dawe dikin ku di warê kar û xebata neteweyî de sûdê ji dîtin û pêşniyarên jinên Kurd bigre. Divê zemînek ji wan re bê xweşkirin û alîkarî bê kirin da ku di hemû kar û xebatekê de çalakane beşdar bibin. Divê ku boçûn û pêşniyarên jinan di têgihiştina neteweyî de bi timamî diyar be.

15. Kongre piştgirtina xwe ji bona parastina sîstema Federalî ya Iraq û Başûrê Kurdistanê diyar kir. Û dozê li Tirkiye û Îranê dikin ku dev ji dijberî ya Başûrê Kurdistanê berdin. Divê em bi hev re nehêlin kû destê xwe dirêjî Başûrê Kurdistanê bikin.

16. Kongre her wiha dozê li rêveberên Başûr û Rojavayê Kurdistanê dikin ku weke du desthilatên xwecihî bilivin. Divê pêwendiyên xwe li ser bingeha berjewendiyên xelkê Kurdistanê birêve bibin. Rê ji bo pêşketineke têkilîyên sirûştî di navbera xelkê de bê pêk anîn. Parastina destketiyên Başûr û Rojava ji bo her Kurdistaniyan erka pîroz e.

17. Kongreyê pêdagirî li ser hevxebata hevbeş di nav her çar parçeyên Kurdistanê de kir.

18. Kongreyê amaje pê kir ku divê xebata gelê Kurdistanê nebe beşek ji projeyên zilhêzên cîhanî û herêmî.

19. Kongreyê her wiha pêdagirî li ser pêwistiya bi hevxebatê, bi bizutnewan û mirovdostanê cihan û navçeyî kir.

Di heman demê de ev giftugo û rawêj kû bi beşdarîya part û rêkxirawên siyasî, rêkxirawên medenî û kesayetên serbixwe hate pêk anîn, wê yekê nîşan didê kû em gihane nirx û bihayekî mêjûyî. Gelê me bi coş û xiroş li têkoşîna xwe temaşe dike. Ji ber vê yekê, berpirsyariyeke mezintir ji bo karên rojên pêş dixe ser milên me. Di vî warî de em dozê li hemû part û rêxistinên siyasî, kesayetiyên serbixwe, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, dilsozan û welatparêzên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku beşdarî vî karî bibin. Pêwiste ku em hemû toleransê di derheqa siyasî û demokrasiyê de ji hev re nîşan bidin. Da ku em hêdî hêdî karibin kêşeyên di nav xwe de rakin, ku di eslê xwe de gelekî biçûkin.

Em xweş bawerin ku em bi vî awayî têkoşînê bikin, wê ev bibe azmûneke bi sûd ji bo vegerandina bi hev baweriyê û bihêzkirina hêviya gelê  me."