KNK: Azadî û statuya Rojava paşeroja Kurdistaniyan hemûyane

Di encamnameya kongreya 19'emîn a KNK'ê de hate destnîşankirin ku azadî û statuya Rojavayê Kurdistanê paşeroja Kurdistaniyan hemûyane û hate gotin, ku yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastinê mecbûrî ye.

KNK'ê encamnameya kongreya xwe ya 19'an ku li Hollandayê di dawiya hefteya derbasbûyî de pêk anî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniya KNK'ê de hate ragihandin ku kongreya 19'emîn li ser bingeha destketiyên 20 salan ên KNK'ê pêk hat.

Di encamnameyê de hate gotin, "19mîn Civata Gîştî ya KNKê bi beşdarîya zêdetirî 350 endam û mêvanan di rojên 18, 19 û 20ê Cotmeha 2019an de, li Hollandayê pek hat. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji seranserê Ewropa, ji Emerîka, ji welatên Sovyeta berê, ji Rojhilata Navîn, ji Avustralya nûnerên partî û rêxistinan û endam, di civînê de amadebûn. Di Civata Gîştî de gelek mêvan jî, ji Rojava û başûra Kurdistanê beşdar bûn. Her weha hinek partîyên Kurdistanî cara yekemîn beşdarê Civata Giştî bûn û destek dane KNKê. Daxwaza beşdarbûna civînê û endametîya KNKê îsal ji her salî zêdetir û bi coştir bû."

'ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ YÊN DEWLETA TIRK MIJARA SEREKE YA KONGREYÊ BÛ'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 19'emîn kongreya KNK'ê di nava mercên şerekî dijwar de ku dewleta Tirk êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hate kirin û hate gotin, "Ji ber vê sedemê erîşên dagirkerî yên dewleta tirk li ser Rojavaya Kurdistanê bûn mijara sereke ya Civata Gîştî. Hemû beşdarên Civata Gîştî, şerê dewleta Tirk ya dagirker yê li ser Rojava, wek erîşeke li ser hemû nirx û destketiyên kurd û Kurdistanê nirxandin. Partî û rêxistinên siyasî û rêxistinên civakî yên beşdarî Civata Giştî bûbûn, hemû nakokiyên navbera Kurdan dane alîkî û helwesteke neteweyî nîşan dan. Hemûyan bi yek dengî digohtin: Azadî û statûya Rojavaya Kurdistanê, pêşeroja me hemî Kurdistaniyan e.

'KURD BI TÊKOŞÎNA XWE YA BÊHEMPA BÛYE ROJEVA SEREKE YA DINYAYÊ'

Di encamnameyê de hate gotin, "Gelê Kurd, îro bi têkoşîna xwe ya bê hempa ya ji bo nasname, azadî û statûya xwe ya siyasî, bûye rojeva sereke ya Cihanê. Têkoşîna Kurdan ya azadîyê bûyê wek sembola exlaq û wîjdana mirovahiyê. Bi taybet xwedîderketina têkoşîna azadîyê ya Rojavaya Kurdistanê, edî ji sînorê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derbaz kirîye û bûye malê Cihanê. Li her çar alîyên Cihanê gel dibêjin “Rojava ya me ye – em Rojava ne!”

Dewleta Tirk li dijî gelê mê û hemû deng û rengên Rojava şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta Tirk ya li ser Bakûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê mêze dike, pir zelal diyar e ku ew dixwaze kêys û fersenda Mîsak-î Mîllî ya sala 1919an bi dest xwe bixe. Di plansaziya wan de armanca cîbicîkirina nexşeya Mîsakî Mîlliyê heye û ji bo vê jî komkujiya Kurdan, ji xwe re rewa dibînin. Serokomarê dewleta Tirk eşkere dibejê heya sala 2023an, yanê di 100mîn salvegera avakirina Cumhuriyeta Tirkîyê de, ez ê Tirkîyê mezin bikim. Ez ê sînorê Tirkiyê berfireh bikim. Çawa di şerê Cîhanê yê yekemîn de, avakirina netewe-dewleta Tirk li ser komkujiya mîlyoneke û nîv Ermenî û bi sed hezaran Aşurî/Sûryanî/Kildanî pêk hat, di qonaxa şerê Cîhanê yê sêyemîn de jî dixwaze, sînorê dewleta xwe bi komkujiya Kurdan berfireh bike. Lê sînorê ku ew dixwazin biguherin, xaka Kurdistanê ye. Kurd bi berxwedaneke dîrokî li Rojava, Başûr û Bakûrê Kurdistanê stratejiya mezinkirina dewleta tirk asteng dikin. Ji ber vê yekê, wan jî stratêjiya xwe li ser komkujiya Kurdan amade kirine. Dewleta Tirk vê gavê li ser du parçeyên Kurdistanê rasterast di nav şer de ye. Li Başûra kurdistanê jî, ji bo dagirkirinê zemînekî xurt yê leşkeri, ekonomîk, çandî, sîyasî û dîplomatîk amade kiriye. Li Başûra Kurdistanê bi riya şerê taybet dixwaze nakokiyan bixe navbera partiyên sereke yên Kurdistanê, da ku şerê birakujiyê bi pêş bixe. Lê belê, di wê derbarê de dewleta Tirk nikare ti encaman bigre. Ji ber ku hemû partîyên sîyasî yên Kurd rastiya dewleta Tirk ya dagirker û talanker baş dizanin.

Wek di 9ê Cotmehê de bi erîşa dewleta Tirk jî dîyar bû, Kurdistan di merkeza şerê cîhanê yê sêyemîn de ye. Di avakirin û têkçûna hevsengîyên sîyaseta herêmî û navdewletî de, helwest û sekna Kurdan dîyarker e. Kurd êdî xwedî taktîk û stratejiyên birêkûpêk in. Di vê sedsalê de derfetên ku Kurd bibin xwedî statû, pir zêde ne. Ji alîye din ve jî, ji bo ku Kurd nebin xwedî statû, dewleta Tirk  û dewleta Îranê jî, êrişên xwe zêdetir dikin.

'YEKÎTIYA NETEWEYÎ JI BO PARASTINÊ ÊDÎ MECBÛRÎ YE'

Pêwîstîya yekîtiya neteweyî êdî ji bo parastina gel û welêt mecbûrî ye. Ji ber vê jî, pêwîste ku di demeke kurt de konferansek yektîya neteweyî pêk were, da ku staretjiyeke hevbeşa Kurdan derkeve holê. 19mîn Civata Gîştî ya KNKê ji bo lidarxistina konferansek neteweyî erk û pêywira bangewaziya hemû partî û rêxistinên sîyasî yên Kurdistanê hilda ser xwe."

RÊVEBERIYA NÛ YA KNK'Ê

Di encamnameyê de der barê rêveberiya nû ya KNK'ê hate gotin, "Di 19mîn Civata Gîştî ya KNKê de li ser daxwaza beşdaran di destûrnameya KNKê de hinek guhertin pêk hatin. Hejmara endaman li gor destûrnameya KNKê ya berê bi 300 kesî hatibû sînorkirin. Bi guhertina xala pêywendîdar, 50 kes li hejmara endaman zêde bûn û bi tevahî hejmara endaman bû 350 kes.

Her wiha, îsal di Civata Gîştî de hevserok û konseya KNKê jî, ji nû ve hatin hilbijartin û hatin guhertin.

Di Civata Gîştî ya îsal de Birêz Zeyneb Morad Sohrab û Birêz Ahmet Karamûs wek hevserok ji bo dewreya 2019-2021an hatin hilbijartin.

Endamên Konseya Rêvebir yên ji bo dewreya 2019-2021an jî, ev birêzên navên wan li jêr hatin hilbijartin:

Zubeyir Aydar

Şahla Hafid

Nilufer Koç

Refik Ghefur

Behzat Pîrmusa

Raman Majid

Leyla Birlik

Kwêstan Davudi

Akram Hisso

Majid Hasso

Fuad Jamal

Said Saidi

Numan Ogur

Rodi Mellek

Amina Rad"