KNK'ê encamên civîna Konseya Rêveber eşkere kir

Konseya Rêveber a KNK'ê encamên civîna xwe ya asayî ku di 10'ê Kanûnê de bi beşdariya piraniya endaman pêk anî, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Konseya Rêveber a KNK'ê encamên civîna xwe ya asayî ku di 10'ê Kanûnê de bi beşdariya piraniya endaman pêk anî, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bûyer û rewşa siyasî yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê bi berfirehî di civînê de hatiye nîqaşkirin.

Konseya Rêveber a KNK'ê da xuyakirin, ku banga KCK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî hatiye nirxandin û ev bang bi rengekî erênî hatiye dîtin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, li dû nîqaşkirin û nirxandina xebatên dema bihurî, li gorî pêşniyarên Civata Giştî ya 16. biryarên pêwîst hatine girtin û plansaziya xebatê hatiye çêkirin.

Konseyê da zanîn, bi nîqaşên siyasî ve girêdayî li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye rawestîn û got, "Tehdît û tehlûkeyên li ser jiyana Birêz Ocalan divê bi awayekî hesas bêne destgirtin û di vê der barê de biryar hate dayîn ku KNK bi her awayî rewşa Birêz Ocalan bişopîne û gavên pêwîst di asta neteweyî û navneteweyî da bavêje."

Daxuyaniya li ser encamên civîna asayî ya Konseya Rêveber a KNK'ê bi vî rengî ye:

BAKURÊ KURDISTANÊ

"Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di nav aloziyeke dijwar de derbas dibe. Li bakurê Kurdistanê ev e salek û nîve şereke dijwar diqewime. Dewleta Tirk, bê huqoq û bê rîayeta pîvanên şer êrîşên hovane pêk tîne. Ne tenê hêzên çekdar, hemî Kurdên azadîxwaz û hemî destkeftên Kurdan hedef digre. Bi pêşkêşiya Erdogan da AKP-MHP û Ergenekonê, li dijê Hereketa Azadiya Kurdistan û muxalîfan îtifaqekî neteweperest û faşîst pêkanîne. Dixwazin Herekta Azadiyê ji holê rakin û hemî destkeftên Kurdan pûç bikin. Êrîşên wan ne tenê li hundur de ne, her wiha êrîşê Rojava û Başûr jî dikin. Li milê din kujeran rêdikin welatên Ewropa û dixwazin dijê siyasetemdarên Kurdan suîqestan pêk bînin. Erdogan û hevalbendên xwe dibêjin'ev jibo me şerê man û nemanê ye û çi dibe bila bibe divê em serbikevin'. Bi vî rengî hemî îmkanên xwe dixebitinên.

Li hember van êrîşên xwînxwar yên dewleta Tirk, Hêzên Azadiyê jî bi her awayî berxwe didin û parastinekî bê hempa pêktînin. Hereketa Azadiyê bi biryare heta dawiyê berxwe bide, Gelê Kurdistanê bi parêze û êrîşên dewleta Tirk wekî hercar vale derbixe. Lazime herkes bizane ku dewleta Tirk dijminê sereke yê hemî Kurd û Kurdistaniya ye. Gorî vê jî herkes pêwîste cihê xwe di nava tekoşîna azadiyê da bigre. Êrîş gelemperîne û divê berxwedan jî gelemperî be. Dewleta Tirk weke berê xurt nîne, di asta navneteweyî de hingî diçe rûyê xirab ê Erdogan û hevalên wî derdikeve pêş û ber bi tecrîdekî ve diçin. Ev rewş dergehên nû ji me re vedike.

ROJAVAYÊ KURDISTANÊ

Li Rojavayê Kurdistanê bi despêka şoreşa Suriyê heta niha rewşek nû derketiye holê û destketiyên girîng hatine desxistin. Li gel hemî êrîşan jî, Hêzên Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke bê hempa pêşxistin û gelê xwe parastin. Dewleta Tirk, sêrî de DAIŞ, El Nusra û hemî hêzên girêdayî xwe li hember gelê me xebitandin, lê serneket. Niha jî bi raste rast bi artêşa xwe êrîşê Rojava dike û dixwaze dagir bike. Êrîşên dewleta Tirk ên li herêma Şehba hemî rengî dijê destketiyên Gelê Kurd e û armanc dagirkirina Rojava ye. Pêwîste hemû hêzên Kurdistanî dijê van êrîşên dewleta Tirk derkevin û helwest bigrin. KNK, wê hemî awayî dijê van êrîşan raweste, wê pişta Şoreşa Rojava bigre. KNK projeya Federaliya Bakurê Suriyê destek dike, ji bo satatûyek federal bê avakirin û bê qebûlkirin di asta navneteweyî de wê karên pêwîst bike. 

Niha jî li herêma Şehba berxwedanek mezin li hember êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê, li hember hêzên tarî yên DAIŞ'ê tê meşandin. Herwiha di saetên civîna me da, agahî hatin ku merhela duyemîn ya operasyona azadkirina Reqa yê hate despêkirin. Bi vê munasbetê em Hêzên Suriya Demokratîk silav dikin û ji wan ra serketinê dixwazin.

BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li başûrê Kurdistanê, şerê li hember DAIŞ'ê bi awayekî serketî dewam dike. Operasyona Mûsilê ber bi dawiyê ve diçe. Lê piştî têkbirina DAIŞ'ê, wê rewşa Mûsilê çi bibe ne diyare. Mûsil bi pêkhateyên xwe ve bajarekî hevbeş e û nava xaka Kurdistanê de ye. Li wê derê ne tenê Ereb hene, Kurdên Êzidî, Misilman, Şebek û Kakeî, li wê derê hemwelatiyên me yên qedîm Asûrî-Sûryanî-Kildanî hene û hêviya çareseriyek adîlane ne. Pêwîste hemî hêzên Kurdistanî li ser rewşa Mûsilê, Şingalê û deşta Neynewayê kombibin û çareseriyekî jêre bibînin.

Li Başûr, rewşa siyasî û aborî nebaşe. Hilbijartinên serokatiya herêmê di wextê xwe de nehatin kirin, parlamento naxebite û nakokiyên mezin di nav partiyan da hene. Ev jî dibi sedemê gelek pirsgirêkan. Krîza aborî jî bingeha xwe ji vê rewşê digre. Li hukumeta merkezî re jî pirsgirêk têne jiyankirin. Tûrkiye û Îran destên xwe têxin nava karûbarên başûrê Kurdistanê. Pêwîste rojek zûtir Parlamento kombibe û hilbijartinên serokatiya herêmê bi awayekî demokratîk bêne çêkirin û yekrêzî li Başûr bê pêkanîn.

Ji ber krîza aborî, jibo protestokirina rewşa bê meaşî, ev demeke sêrîde mamosta û gelek karmend xwenîşandanan dikin. Heta niha ev xwenîşandan bi awayekî aştiyane hatine meşandin, em vê nîzingbûnê firsetekî baş û pozîtîf dibînin. Pêwîste Hukumeta Herêm guhdarî van kesan biki û pirsgirêkan di demeke zûtir da çareser bike.

Rewşa penaberên li qempên başûrê Kurdistanê gelek xirabin. Qaçaxçiyên mirovan bi desteka hêzên dagirker li van deran li ser karin û Kurdistanê vale dikin. Gorî agahdariyên saziyên mafên mirovan li hinek qempan bi awayekî zêde destdirêjî li ser jinan pêktên. Sêrîda Hukumeta Herêmê û hemî hêzên Kurdistanî pêwîste li hember vê rewşê bê deng nemînin û pêşiya van karên xirab bigrin. 

ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Li rojhilatê Kurdistanê her çiqas şerekî seranserî tine be jî, lê rewş li vî parçeyî jî aloz e. Siyaseta rejîma Îranê ya dijê azadiya gelê Kurd berdewam e. Hemî mafên bingehîn yên gelê me têne binpêkirin. Sêdaredana (îdam) siyasetvan û girtiyên din berdewame. Di bin navê pêşgirtina qaçaxçîtiyê da her roj kasipkarên Kurd têne kuştin. Li rojhilatê Kurdistanê pêwîste hêzên Kurdistanî, ji hemî curyên tekoşînê re amadebin. Di vî parçeyî da îtîfaqeke siyasî di nav hêzên Kurdî de nîne. Ev kêmahiyek mezine. KNK, jibo hevre karkirin û nîzingkirina hêzên rojhilatê Kurdistanê, plan dike di nava sala 2017 an da şêwrekî neteweyî pêkbîne.

KARÊN JI BO JI NÛ VE AVAKIRINA ŞENGALÊ DIVÊ BÊN XURTKIRIN

Di civînê da li ser rewşa Kurdên Êzidî, vegera gel li ser axa xwe, rewşa Şengalê jî hate rawestan. Ji bo avakirina Şingalê karên hatin despêkirin divê bêne xurtkirin. Vegera gel ya ji bo Şengalê karekî sereke ye û pêwîste Hukumeta Herêmê rêya vegerê veke. KNK, wê bi hemî imkanên xwe li ser vê rewşê raweste.

REWŞA KURDÊN FEYLÎ Û GELÊ ASÛRÎ-SURYANÎ-KELDANÎ

Rewşa Kurdên Feylî jî hate nîqaşkirin. Amadekariyên konferansa duyemîn li ber çavan ra hatin derbazkirin. Biryar hate dayîn di meha Sibatê da şêwreke jibo Kurdên Feylî bê çêkirin.
Çand û zaravayê Hewremî di bin tehdît û tehlîkêda ye. Jibo çand û zaravayê Hewremî bê parastin, biryar hate dayîn sêrîde semîner û rêzeçalakiyên pêwîst bêne kirin.

Gelê Asûrî-Sûryanî-Keldanî, gelekî qedîm yê xaka Mezopotamya ye. Ev gel di bin tehdît û tehlîka qirkirin û jenosîdê da ye. Teybetî pîştî operasyona Mûsilê, divê rewşa gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî bi awayekî teybet bê destgirtin û ji vî gelê qedîm re satatûyek adîlane bê avakirin. Jibo şopandina rewşa gelê Asûrî-Sûryanî-Kildanî komîteyek teybet hate avakirin.

'EM DIXWAZIN SALA PÊŞ BIBE SALA YEKÎTIYA NETEWEYÎ'

KNK di sala pêşiya me de, wê endam û organên xwe nû bike. KNK eve 18 salin jibo yekîtiya neteweyî, bi israr û bi îstiqrar kar dike. Em dixwazin sala 2017 an bibe sala yekîtiya neteweyî. Di vê mijarê da banga KCKê ya jibo yekîtiya neteweyî hate nirxandin, ev helwetsta KCK'ê weke gaveke erênî û pîroz hate pêşwazî kirin. Civîn li ser vê mijarê jî bi awayekî berfireh rawesta û jibo pêşxistina karê yekîtiya neteweyî, komîteyek diyalogê hate avakirin. Ev komîte wê li gel hemî partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî peywendiyan dane û wê hewl bide ku ew jî cihê xwe nava yekîtiya neteweyî da bigrin.

Di encamê da li ser karûbarên komîsyonu û komîteyan jî hate rawestan û plansaziyên pêwîst hatin çêkirin. Teybetî karûbarê komîsyona karê derve hatin nirxandin û vê demê de girîngiya dîplomasiya hevbeş ya Kurdistanî weke karekî sereke hate dîtin û jibo xurtkirina Komîta Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî, bala komîsyona karê derve careke din kişandin."