KNK’ê darvekirina Gulperîpûr şermezarkir
KNK’ê darvekirina Gulperîpûr şermezarkir
KNK’ê darvekirina Gulperîpûr şermezarkir
Konseya Rêveber a KNK’ê de barê darvekirina girtiyê siyasîyê kurd Habîbulah Gulperîpur de daxuyaniyek da û got: “Rejima islamî ya Iranê di îdamê da diçe rekorê. Iran û Çîn di îdamkirinê da paralel diçin û vî karê nemirovî da di nav rekabetê da ne!.”
KNK’ê da zanîn ku rejima islamî ya Îranê ji roja damezrîna xwe were muxalifên xwe digire, îşkenceyê lê dike, dikuje, îdam dike. KNK’ê wiha got: “Dîroka rejima islamî ya Îranê ji destpêka xwede bi xwûn e, zulm e. Ev rejima xwînxwar ya islamî ya Îranê, her kes, grûba civatê, xelk û neteweyên ku daxwaza mafên xwe yên mirovî, demokrasî û azadîyê dikin bi yêk zimanî digel wan diaxive û ew jî tenê şiddet, îşkence û îdam e. Heta nihe bi hezaran Kurd û Kurdistanî ji dezgehê îşkenceyê derbas kirine, heps kirine, li kolanan kuştine û her wiha bi sedan têkoşerên demokrasî û azadîyê jî îdam kirine. Ev rejima hov ji xwînê têr nabe. Roj nîne ku azadîxwazek, demokrasîxwazek neyê girtin, neyê îşkence kirin, neyê kuştin û îdam kirin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Herî dawî têkoşerê Kurd, milîtanê doza mirovahî, demokrasî û azadîyê Hebîbullah Gulperîpûr li zîndana Urmîyeyê hate îdam kirin. Hebîbullah Gulperîpûr ji Îlona 2007’ê de girtî bû û di Adara 2010’ê jî hukmê îdamê lê hatibû birîn. Gulperîpûr serê xwe li ber vê zulma rejimê neçemandibû û di girtina xwe da û piştî dana hukmê îdamê jî bi serbilindî parastina xwe ya polîtîk kiribû û dijî rejimê dengê xwe yê têkoşînê bilind kiribû.
Rejima islamî ya Îranê îro ev têkoşerê azadîyê li zîndana Urmîyeyê îdam kir. Rejima islamî ya Îranê bi îdama Hebîbullah Gulperîpûr esasên xwe îdam kir. Ev rejima despot bi îdamkirina her têkoşerê demokrasî û azadîyê benikê îdamê dike stûyê xwe û xwe îdam dike. Rejima islamî ya Îranê bi îdamkirina her mûxalifê xwe, jiyana xwe kurt dike. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr dê dawîya rejimê nêzîktir bike, hilweşîna wê bi leztir bike. Vê gavê jî bi dehan têkoşerên demokrasî û azadîyê girtîne û ji aliyê rejimê ve li dora îdamê hatine rêz kirin.
Rejima islamî ya Îranê bi van kiryarên xwe her roj û her saetê mirovahiyê îdam dike. Mirovahî divê bêdeng nemîne. Îdama Hebîbullah Gulperîpûr divê alarmeke cidî ya hişyarkirina mirovahiyê be. Dijî îdamên rejima islamî ya Iranê divê deng zêdetir bê bilindkirin. Îdam sûcê mirovahîyê ye û rejima islamî ya Îranê bi van îdaman sûcê xwe girantir dike, lê bêdengiya mirovahiyê jî şirîkatiya vî sûcî ye.
Azadîxwaz, demokrasîxwaz, mirovhez divê aktîvtir bin. Mixabin dewletên mezin yên cîhanê ji kaseyên xwe yên pareyan, ji xezîneyên xwe yên zêran pêve tiştekê nafikirin. Wijdana wan bûye ber, dengê xwe nakin. Lê belê, ligel her tiştî mirovahî nemiriye û divê dengê azadîxwazan, demokrasîxwazan bilindtir derkeve. Têkoşer û milîtanên doza demokrasî û azadiyê, aktîvîstên mafên mirovahiyê divê bi çi rengî be nerazîbûna xwe ya beramberî vê polîtîka hovane ya rejima islamî ya Îranê diyar bikin, bangî wijdana mirovahîyê bikin. Bêdengiya di vî warî de dê hejmara îdaman zêdetir bike. Êdî ew roj hatiye ku dijî rejima islamî ya Îranê eniyek berfireh yê demokrasî û azadîyê bê vehûnandin, bê aktîfkirin. Roj hatiye ku hemû demokrasîxwaz, azadîxwaz û parêzerên mafên mirovî yên li seranserê Iranê cepheyekî pahn û berîn ava bikin, her dengekî mixalifê vê rejima xwûnxwar organîze bikin û rojek zûtir xelkên Iranê ji vê rejimê rizgar bikin.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di têkoşîna dijî vê rejima hov ya Îranê mixalefeta herî organîze û aktîv bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan e û wiha pê de çû: “ Lewma bizava neteweyî û welatî ya Kurd û Kurdistanîyan li Rojhilat erkdar e di vî warî da. Divê di nav xwe da koalisyoneke neteweyî û welatî ava bikin û vê berbelaviya beramberî rejima islamî ya Iranê bi dawî bînin. Kurd û Kurdistanî li hêviya pêşêngên xwe ne ku vê erkê xwe yê pêşengîyê bi layiqen bi cih bînin. Îdama her têkoşerekî Kurd û Kurdistanî guneheke mezin e li ser stuyê van pêşengên Kurd û Kurdistanê.
KNK bi salan e bi dengekî bilind dibêje ku hemû organîzasyonên Kurd û Kurdistanî, şexsîyetên polîtîk û ronakbîrî di nav xwe da yêkîtîkyeke neteweyî û welatî çêbikin. Heta ku koalisyona neteweyî û welatî di navbeyna Kurd û Kurdistanîyên rojhilata Kurdistanê da pêkneyê, têkoşîneke hevpar û hevrayî neyê dan, ev rejima hov van îdaman narawestîne. Bila îdama Hebîbullah Gulperîpûr bibe hawara dawîyê ji bo hemû hêz û kesên ku pêşengîya têkoşîna azadîyê dikin li rojhilata Kurdistanê. Em wekî KNK dubare dibêjin êdî bes e! Hêz û kesên ku xwe berpirsiyar dizanin, xwe di têkoşîna dijî rejima islamî ya Iranê da pêşeng dibînin bibin yêk!
Em wekî KNK sersaxîyê didine binemal û hemû kes û karên Hebîbullah Gulperîpûr. Bila serê binemela wî, serê xelkê Kurd û hemû Kurdistanîyan sax be. Têkoşîna Hebîbullah Gulperîpûr berdewam e, alaya di destê wî da neketîye erdî, di destê têkoşerên azadî û demokrasîyê da bilind e û herdaîm jî dê bilind bimîne heta rizgarîyê, heta serkevtina mezin, heta hetayê.”
Di dawiya daxuyaniyê de got; “Em rejima islamî ya Iranê ji ber îdama Hebîbullah Gulperîpûr û hemû kiryarên wê yên nemirovî şermizar dikin, protesto dikin. Bila qehr bin!
Dengê mirovahîyê mixabin nagihe vê rejima hov, lê dîsa ve em bangî mirovahîyê dikin ku dengê xwe bilind bikin ku qet nebe îdamên li dorê bên rawestandin. Em baş dizanin ku rejima islamî ya Iranê ne insaf, nejî wijdan heye. Lê belê em dîsa ve bangî rejimê jî dikin ku êdî bes îdaman bike, dawî li vê polîtîka xwe ya faşîzan bîne, girtîyên polîtîk berde.”