KNK’ê bi boneya 2 salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand
KNK’ê bi boneya 2 salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand
KNK’ê bi boneya 2 salvegera komkujiya Roboskî peyamek weşand
Bi nêzîkbûna dûwemîn salvegera komkujiya Roboskî re, Kongireya Netewî a Kurdistan KNK peyamek weşand. KNK di peyamêde diyar dike ku, “Hikûmeta AKPê û serokwezîr ji aliyê polîtîk û îdarî ve berpirsiyar in û giraniya vî sûcê mirovî di stuyê wan da ye.”
Bi nêzîkbûna dûwem salvegera komkujiya Roboskî re,konseya Rêvebir a Kongireya Netewî a Kurdistan KNK peyamek nivîskî weşand. KNK’ê di peyama xwede wiha dibêje; “Roja 28’ê Kanûnê rojeke reş e di dîroka Kurdistanê û herweha bi giştî mirovahiyê da. Komkujiya Roboskî tenê ne êş û jana Roboskiyan e, ya hemû Kurd û Kurdistaniyan û herweha ya mirovahiyê ye.”
KNK’ê di berdewamiya peyama xwe de wiha got: "Roja 28. 12. 2013ê, rojeke reş e di dîroka Kurdistanê û herweha bi giştî mirovahiyê da. Artêşa dewleta Tirk bi biryara desthilata AKP’ê gundê Roboskî yê ser bi Qilaban di tariya şevê da bombarduman kir û di encam da 34 kes hatin kuştin. Gundê Roboskî di ‘fermiyetê’ da li ser sînorê Tirkiye û Iraqê ye. Belê di nexşeya Kurdistanê da li navçeya navîn ya Kurdistanê ye. Artêşa dewleta Tirk bi armanca ku dorberê Roboskî ”herêma şere” jiber wê bombarduman kiriye. Hikûmeta AKP’ê û serokwezîr Tayîp Erdogan jî têda vê iddiaya artêşê kir û lêpirsîna îdarî û huqûqî neda dest pê kirin.
Li gorî artêşa Tirk xelkê Kurd pêkve serhildêre û ji ber vê jî herderê Kurdistanê dikare bête bombe kirin ku di rastiyê da jî tû cihek ne bombe kirî yên Kurdistanê jî nehêlane. Guman tê da nîne ku gundê Roboskî ne cihê şer e û bi temamî warekî sivîlnişîn e. Ji ber polîtîka êrişkar, asîmîlasyonîst û kolonyalîst ya dewleta Tirk û hikûmeta AKPê wekî cihên din yên Kurdistanê, xelkê Roboskî jî di nav feqîrî û desttengiyê da dijî. Ji ber vê xizaniyê jî xelkê Roboskî di navbeyna gundê xwe û Zaxo (bajarê Kurdistana Federal) da bazirganî dikir. Dewleta Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê û herweha navenda leşkerî ya Roboskî dizanîn ku xelkê Roboskî bazirganiya ”ser sinûr” dikin. Yên ku rojane diçûn ev kare dikirin jî piranî ciwan bûn. Bê kar û kariya li Tirkiyeyê ew mecbûrî vê bazirganiya serpêya dikir. Sebebê ku ciwanan ev kare dikirin polîtîka bêdadî û nedadyari ya dewleta Tirk û hukûmeta AKP’ê bû. Yên ku ew ciwan kuştin jî dîsa her ev dewlet û hukûmete bû. Temenê kesên hatine kuştin di navbera 19-25ê da bû. 34 ciwan û 40 hêstirên wan bi hovîtiyeke nedîtî, bi firokeyên cengî hatin bombe kirin. Roja 28. 12. 2011 şev seet 21:37ê van firokeyên cengî bi fermana serokatiya artêşê û hukûmeta AKP’ê herwekî ku agir barande ser van ciwanan û di encamê da bedenên 34 ciwanan ligel heywanên wan hatin parçe kirin.”
KNK’ê di berdewam peyama xwe de diyar kir ku du sal di ser bûyera xemgîn û dilsoj re lê heya niha jî hikûmeta AKP’ê ji bo zelal kirina vê komkujiyê ti hewildanek nedaye û wiha dewam kir: "Dû sal derbaz bûn ji ser vê bûyera xembar û dilsoj. Heta nihe jî hukûmeta AKPê kirdarên vê komkujiyê aşkera nekirine û ne derêxistine ber dadgehê. Pîlotên van firokeyên cengî, serleşkerên ku fermana bombekirinê dayî nehatine peyda kirin. Hukûmeta AKP’ê ji ber ku berpirsiyara îdarî ya vê komkujiyê ye naxwaze ev bûyere aşkera bibe û kirdarên wê bêne dadgeh kirin. Jiber ku hukûmeta AKP’ê û serokwezîr ji aliyê polîtîk û îdarî ve berpirsiyar in û giraniya vî sûcê mirovî di stuyê wan da ye, lewma qasî ji destê wan têt serê bûyerê di nixumînin û nahêlin ku ev bûyere bi hemû aliyan ve bête ronî kirin.
Lê belê, dewleta Tirk, fermandariya artêşa Tirk, hukûmeta AKP’ê û serokwezîr Teyîb Erdogan sûcdarên vê komkujiyê ne û di wijdana xelkê Kurd û hemû mirovhezan da gunehkar in, sûcdar in û kirdarên vê kadastrofa mezin ew in.
Kurd û Kurdistaniyan ew di dil û wijdana xwe da dadgeh kirine û toka sûcê mirovahiyê kirine stuyê serokkomar, serfermandar û serokwezîrê dewleta Tirk. Ew sûcdar in, ew mehkûm in. Kurd, Kurdistanî û hemû mirovahî wan aza nake. Kurd û Kurdistanî û pêkve mirovahî dewleta Tirk û berpirsiyarên wan qehir, rûreş û şermizar dike. Kurd û Kurdistanî û mirovahî vê komkujiyê ji bîr nakin û nadine ji bîr kirin.”
Di dawiya peyamê de hat gotin ku komkujiya Roboskî ne tenê êş û jana Roboskiye ya hemû gelê Kurd û mirovahiyê ye û wiha bi dawî kir: "Komkujiya Roboskî tenê ne êş û jana Roboskiyan e, ya hemû Kurd û Kurdistaniyan û herweha mirovahiyê ye.Em bangî Kurd û Kurdistaniyan û hemû mirovahiya bi wijdan dikin ku dûvê vê bûyerê bernedin û zexta li ser dewleta Tirk sist nekin ku berpirsiyarên vê bûyerê yêk bi yêk bêne aşkera kirin, bêne dadgeh kirin û cezayê xwe bikêşin.
Kurd û Kurdistanî herweha divêt hewil bidin ku komkujiya Roboskî di meydana navneteweyî da jî wekî bûyereke giring ya kuştina komî ya ciwanên sivîl bête qebûl kirin û her daîm bête bîranîn.Em di salvegera vê komkujiya mezin ya bi kul û keser da, careke din sersaxiyê didine kes û karên kuştiyan, hemû Roboskiyan û temamî xelkê Kurdistanê.”