Li ser êrîşên hovane yên rejîma Îranê yên li ser kolberan û gelê Banê, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'DÎROKA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ DÎROKA KUŞTIN, ZINDAN, BINÇAVKIRIN Û TIRSANDINA GELAN E'
KNK'ê diyar kir, dîroka 38 salên Komara Îslamî ya Îranê dîroka kuştin, zindan, binçavkirin û tirsandina gelên Îranê ye û destnîşan kir, ku ev zilm û zordarî bi taybetî li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin.
KNK'ê bi bîr xist, ku Kurdistan her tim bûye navenda azadîxwaziyê û destnîşan kir, ku desthilatên rejîma Îranê timî fetwa qirkirina Kurdan dane.
Konseya Rêveber a KNK'ê ragihand, rejîma dagirker a Îranê bi vê armancê Rojhilatê Kurdistanê kiriye serbazgehên mezin, navend û bingehên îtîlaat, padar û besîcan û wiha dewam kir: "Her wiha binemayên aboriya Kurdistanê jî wêran kirine. Bi ti awayî girîngî nedaye vejîna aboriya Kurdistanê. Bê karî di nava civaka Kurdistanê de di asta bilind de ye. Gelê me bi zehmetiyeke giran jiyana xwe îdare dike û dewlet astengiyan derdixîne pêşiya rêyên peydakirina çavkaniyên debarê. Her roj bi hincetên cuda êrîşî gelê me dike."
REJÎMÊ, KURD NEÇARÎ KOLBERIYÊ HIŞTIYE
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku karker û kedkarên Kurd neçar in bi sedan kîlometreyan ji cihê xwe ji bo bidestxistina karekî demkurt biçin cihekî dûr û hat gotin, "Kolberî kasibiyek nîne ku Kurdistaniyan bi xwe hilbijartine. Ji ber ku zehmetkêşî û keddaneke ku bi ser de hatiye sepandin. Tevî vê yekê jî dewletên dagirker ên weke Tirkiye û Îran, mohra qeçaxçitiyê li wan dane, sivikatî pê kirine û ne qanûnî radigihînin. Hejmara kuştin û birîndarkirina kolberan roj bi roj zêde dibe."
HOVÎTIYA KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ BI TUNDÎ HATE ŞERMEZARKIRIN
Konseya Rêveber a KNK'ê di dewama daxuyaniya xwe de, hovîtiya Komara Îslamî ya Îranê ya li kolberan dike bi tundî şermezar kir û bang li desthilatdarên dewletê kir, ku rêz li îradeya azad û şanaziyên gelê Kurdistanê bigire û dev ji tepeserkirin û dagirkirina Kurdistanê berde.
KNK'ê destnîşan kir, ku bi zêdekirina hêzên xwe yên pasdar û leşkeran li Kurdistanê, rejîma Îranê nikare deng û hewara gel a ji bo daxwazên mafên xwe yên rewa bibire."
'DIVÊ KURD LI HER CIHÎ PIŞTGIRIYA GELÊ BANGÊ, MERÎWAN, SERDEŞT Û GELEMPERIYA ROJHILATÊ KURDISTANÊ BIKE'
Di dawiya daxuyaniya xwe de KNK'ê bang li gelê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir, ku piştgiriya xwepêşandêrên bajarên Banê, Merîwan, Serdeşt û her bajarekî din ê Rojhilatê Kurdistanê bike.
KNK'ê bi vê wesîleyê ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya Kurd careke din bang li hemû pêkhateyên Kurdistanê kir û got, "Bi pêkanîna vê yekîtiyê emd ikarin pêşî li plan û êrîşên dagirkeran bigirin.
KNK'ê ji hemû rojhilatiyên Kurdistanê jî xwest, bi hemû hêz û şiyanê piştgiriya civîna Şêwra Neteweyî ya Rojhilatê Kurdistanê bike, ku wê KNK 16-17'ê Îlonê li paytexta Swêd Stockholmê pêk bîne.