KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir

KNK'ê 1'ê Gulanê, cejna karker û kedkarên cîhanê li xelkê Kurd û Kurdistaniyan û hemû xelkên cîhanê pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kedkar û karkeran bi têkoşîn, xwêdana eniya xwe û bi keda xwe ya helal 1'ê Gulanê kirine cejna xwe ya 'Yekîtî, Têkoşîn û Piştgiriyê' û vê gavê li seranserê dinyayê tê pîrozkirin.

KNK'ê cejna 1'ê Gulanê li karker û kedkarên Kurdistanê û hemû cîhanê pîroz kir û got, "Cejna 1'ê Gulanê her wiha ya hemû xelkê Kurd e, ya Kurdistaniyan e. Xelkê Kurd û hemû Kurdistanî eve serê sedan salan e ji bo azadiyê, bo rizgariyê, bo jiyaneke dilşa û serbilind têdikoşe. Ev têkoşîn bi xwe kedeke mezin û bihadar e. Lewma Kurdistanî karker û kedkarên azadiyê û rizgariyê ne. Pêkve xelkên Kurdistanî jî, bi vê keda mezin ya têkoşînê, cejna 1'ê Gulanê heq kiriye. Bila li wan jî pîroz be. Gerîla û Pêşmergeyên doza mezin a Kurdistanê jî, bi fedakirina canê xwe, karker û kedkarên herî rêzdar in û 1'ê Gulanê ne bila li wan jî pîroz be."

Konseya Rêveber a KNK'ê diyar kir ku rejîmên zalim û zordar her tim pîrozkirina vê cejnê qedexe kirine, hezaran zor û zehmetî derxistine pêşiya karker, kedkaran û hemû xelkê, da ku vê cejna kedê pîroz nekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Lê ne karkeran, ne kedkaran, ne jî xelkê serê xwe li ber van zilmên serdestan şor nekirine û têkoşîn, berxwedana xwe domandine û ev cejn li ser çeperê têkoşînê bi dest ve anîne. Xelkê Kurd ji kevin were ev cejna kar û kedê wekî cejna xwe qebûl kiriye û bi dilgermî, coş û heyecaneke mezin pîroz kiriye."

KNK'ê destnîşan kir ku têkoşerî berxwedêriya doza azadiyê û rizgariyê, karkerî û kedkariya herî mezin e û got, "Xelkê me divê pêkve dakevin meydanan û hem cejna xwe pîroz bikin hem jî hêvî, xwezî û daxwazên xwe yên azadî, wekhevî û aştiyê bi dengekî bilind bêjin. Kurd û Kurdistanî di 1'ê Gulana îsal de jî bi wî ruhê têkoşêr û berxwedêr ê salan divê vê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê pîroz bikin ku ew jî parçeyekî wê dozê ne.

KNK 1'ê Gulanê, vê cejna karker û kedkarên cîhanê, li xelkê Kurd û Kurdistaniyan û hemû xelkên cîhanê pîroz dike."