KNK: DAIŞ mekîneya kuştinê ya TC'ê ye

KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya li Dîlokê ya bi ser Kurdên welatparêz de bi tundî şermezar kir û diyar kir DAIŞ ‚ 'mekîneya kuştinê' ya dewleta Tirk e.

KNK’ê  ji ber komkujiya ku li Dîlokê pêk hatî û di encamê de piranî jin û zarok bi dehan mirovên Kurd jiyana xwe ji dest dayî, daxuyaniyeke nivîskî da. KNK’ê komkujiya li Dîlokê bi tundî şermezar kir, sersaxî da nas û xizmên kuştiyan, ji birîndaran re şîfaya xêrê xwest.

TC BI VÊ KOMKUJIYÊ BI BOMBEYAN BERSIV DAYE DAXUYANIYA KCK’Ê

KNK di daxuyaniyê de balê dikişîne ser dema komkujiyê û diyar dike, "Balkêş e ku kengî KCK’ê deklarasyona xwe ya li ser çareseriya pirsa Kurdistanê eşkere kir, TC'ê bi vê komkujiya ku bi destê DAIŞ’ê daye kirin rojev serobino kiriye."

Bi berdewamî KNK’ê wiha pê de çû, "Kurd nexşeyê rêya çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê ya bi rêya diyalog û aştiyê pêşkêşî gelan dikin, TC’ê jî bi bombeyan bersiv dide. DAIŞ koma kujerên kirêkirî ya TC’ê ye. TC’ê kuştinên komî yên Kurdistanê hewaleyî DAIŞ’ê kiriye. Komkujiya Dîlokê jî xeleka vê zincîra kuştinên TC’ê ye."

TC DAIŞ KIRIYE MEKÎNEYA KUŞTINA KURDAN

KNK’ê di daxuyaniyê de diyar dike, TC û çapemeniya wê dibêjin komkujî DAIŞ’ê kiriye lê TC’ê DAIŞ li dijî Kurdan çêkirine, mezin kirine û bera nav Kurdan dane. Di berdewamiyê de tê gotin, li pişt vê komkujyê destê dewleta Tirk heye, dewleta Tirk li Bakur, Başûr, Rojava ji xwe re kiriye weke mekîneya kuştinê û bi berdewamî, "Xuyaye ku TC û hikûmdarên wê, hikûmeta AKP’ê û serokdewletê wan Erdogan dixwazin bi van kiryarên hovane tola xwe ji Kurdan hilînin."

Di dawiya daxuyaniyê de KNK’ê rehma xwedê li kesên ku jiyana xwe ji dest dayî kir, ji bo malbatên miriyan sersaxî xwest û şîfeya xêrê da kesên birîndar.