KKP’ê nerazîbûn nîşanî biryara DYE’yê da

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) nerazîbûn nîşanî biryara DYE’yê ya derbarê rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan da.

Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî biryara DYE’yê ya derbarê rêveberên PKK û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Welatê me Kurdistan sed sal berê ji aliyê emperyalîst û dewletên mêtinger ên herêmê hatiye parçekirin. Hêzên emperyalîst niha jî dixwazin Kurdistanê têk bibin û gelê Kurd bênetewe bihêlin.

Dagirkirina Kerkûk, Cerablûs, El Bab û Efrînê bi piştgiriya yekser û veşartî ya Emerîka, Rûsya û Ewrûpayê pêk hat. Dema ku mesele bibe azadiya neteweyî ya gelê Kurd, ev hemû hêz ji Kurdan re dibêjin, ‘Li cihê xwe bisekinin, heke hevsenga li Rojhilata Navîn şaş bibe, wê tiştên xerab pêk werin’ lê ew bi xwe li Rojhilata Navîn dixwazin her tiştî bikin.

Emperyalîzma DYE’yê niha jî diyar kiriye ku ew ê xelatê bidin kesên ku pêşengên KCK û PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan bigirin. Ev bazar ew ê tu carî neyê qebûlkirin, gelên Kurdistanê ew ê vê êrîşa bêbext qebûl nekin.

Em vê biryara DYE’yê ya li dijî rêveberên PKK û KCK’ê bi tundî şermezar dikin û bang dikin ku divê xwedî li pêşengên Kurdan were derketin.”