KJK: Astengkirina hevdîtina bi Ocalan re, astengkirina aştiyê ye
KJK: Astengkirina hevdîtina bi Ocalan re, astengkirina aştiyê ye
KJK: Astengkirina hevdîtina bi Ocalan re, astengkirina aştiyê ye
Koordînasyona KJK, got ku astengkirina hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re astengkirina hevdîtina bi aştiyê re ye. KJK diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Ocalan nêzîkatiya li hemberî jin û gelan e. KJK’ê bang li gelê Kurd û gelan kir da ku li hemberî polîtîkayên AKP’ê yên ku neçareseriyê kûr dikin û derî li şer vedikin bibin xwedî helwest.
Koordînasyona KJK’ê têkildarî astengkirina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek niviskî weşand. KJK’ê diyar kir ku astengkirina hevdîtinên bi Ocalan re astengkirina hevdîtinên bi aştiyê re ne û got, “Rêbertiya me di serî de ji bo gelê Kurd û tevahî gelê Tirkiyeyê hesreta aştiyê ya bi sedsalane mafên herî bingehîn û xwezayî ye, di hevdîtinê xwe yên 2 salan de derxist holê. Li hemberî vê pêvajoya ku Rêberê me bi sebr û îradeyek mezin pêş xistiye hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk, ev aştî ji gelan re tenê zêde nedîtiye hewl dide, firsenda aştiyê jî ku sedsalan e herî nêz e bertaraf bike. Nêzîkatiya desthilatî û ne cidî ya dewleta Tirk a li hemberî pêvajoya çareseriyê ji bilî ku pêşeroja gelê tevahî Tirkiyeyê biavêje tehlûkeyê nayê wateyek din. Gelê me û tevgera me bi hemû hêzên xwe her tişta ji bo aştiyê ji destê wan tê dikin û wê bikin. Lê belê tevahî raya giştî ya cîhanê û dewleta Tirk jî pir baş dizanin ku bi sermûzakerevanê vê pêvajoyê û îradeya gelê Kurd Rêber Apo re astengkirina hevdîtinan astengkirina hevdîtinên bi aştiyê re ne.”
‘RÊBAZÊN ŞERÊN POLÎTÎK DI DEWRÊDE NE’
KJK’ê destnîşan kir ku di merheleya gihiştinê de hikûmeta AKP’ê hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku asteng dike, bi israr red dike ku pêvajoya muzakereyan fermî bike û ev xisûs destnîşan kir, “Lê belê aştî tenê û tenê bi afirandina atmosfereke demokratîk û di nav muzakereyeke dualî ku ev hevdîtin derbasî rûpelên dîrokê bikin wê pêk bê. Fermîkirina vê jî wê îradeya aştiyê ya gelan bixe garantiyê. Li hemberî tevahî nêzîkatiyên Rêber Apo û tevgera me yên bi israr, hikûmeta AKP’ê û bi taybet jî nêzîkatiyên Serokkomar Tayip Erdogan ji bilî ku pêvajoyê asteng bikin wêdetir naçe. Ji aliyekî ve merheleya em gihiştinê tê înkarkirin, ji aliyê din ve jî ji bo pêvajoya çareseriyê hê zêdetir pêş nekeve, her cureyên rêbazên şerên polîtîk dixin dewreyê.
‘SEBRA ME DIQEDÎNIN’
KJK’ê got ku ji bo bihêzkirina pêvajoya muzakereyê avakirina sekreteryayek ji bo Rêber Apo tevî ku ji bo pêvajoyê gavek girîng e nayê qebûlkirin. KJK’ê wiha dewam kir, “Dîsa ji bo parastina bêalîtiya aştiyê avakirina heyeteke şopandinê ya wê rolê hakem bilîze tê astengkirin. Ev hemû ku di tevahî pêvajoyên muzakereyên cîhanê de wek gavên yekemîn tên avêtin, hikûmeta AKP’ê di pêvajoyeke wiha dîrokî de di gavavêtina herî biçûk de jî israr dike û hevdîtinên bi Rêber Apo re asteng dike. Di zemîneke wiha de hikûmeta AKP’ê behsa kijan aştiyê û ji bo berjewendiyên kê behsa çareseriyê dike. Divê bê zanîn ku astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re bawerî û sebra gelê me û tevgera me diqedîne û mecbûr dike ku helwest bigrin.”
‘TÊKILIYA ÊRÎŞAN BI AKP’Ê RE HEYE’
KJK’ê bal kişand ser êrîşên li hemberî HDP’ê û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya ku HDP di çareserî, aştî û muzakereyê de israr dike li hemberî vê yekê pêkhatina êrîşan ne mimkun e ku ji derveyî hikûmeta AKP’ê were nirxandin. Di destpêkê de serokkomar, serokwezîr û rayedarên dewletê bi uslûb, tehdît û hêzên paşverû sor kirine ji bo wê jî HDP bi êrîşan re rû bi rû maye. Ji bo wê jî li hemberî endamê PM’ê yê HDP’ê Ahmet Karataş êrîşa bi kêrê pêk hatiye û anîna rojevê ya girtina HDP’ê jî yek ji mînaka herî berbiçav e. Biryarên ku li pişt diwarê veşartî tên girtin nîşaneya konsepteke amadekariya şerê nû nîşan dide. Divê hikûmeta AKP’ê demildest dest ji polîtîkayên xwe yên qirêj û veşartî berde. Divê êdî li gorî ruhê pêvajoyê polîtîkaya xwe bi rê ve bibe. Ger AKP li gorî pêvajoyê gav biavêje wê pêvajo bidome.”
‘EM TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’
Koordînasyona KJK’ê herî dawî ev bang kir: “Divê were zanîn ku KJK û jinên Kurd nêzîkatiya li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li hemberî gelê Kurd, gelan û jinan e. Di heman demê de daxwaza gelan a aştiyê ye jî. Li hemberî vê nêzîkatiyê, em wek KJK’ê li ser bingeha xeta Arîn Mîrxan li her derê têkoşîn were bilindkirin û em ê bi hêza çareseriyê pêşxistina vînê pêk bînin. Li ser vê bingehê em bang li tevahî jin, gelê Kurd, hêzên demokratîk dikin ku li hemberî nêzîkatiya AKP’ê ya şerxwaz serî rakin û têkoşînê bilind bikin.”