KJB: Li dijî biryarê em bibin xwedî helwestek bi biryar
KJB: Li dijî biryarê em bibin xwedî helwestek bi biryar
KJB: Li dijî biryarê em bibin xwedî helwestek bi biryar
Koordînasyona KJB’ê der barê redkirina daxwaza ku bila parlamenterên kurd yên BDP’ê bên berdan de artêşa Tirk şermezar kirin.
Tevgera Jinan a Kurd (KJB) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em li dijî vê biryara ku hebûn û îradeya gelê me tune dihesibîne, banga çalakiyên bi ruhê serhildanê dikin. Divê hemû demokrast, dostên kurdan piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya meclisê û têkoşînê bilind bikin. Yekitiya kurd-tirk û têkoşîna hevpar dê her cureyê bêhiqûqiyê ji holê rabike.
Gelê kurd di bin şert û mercên dijwar de bi berxwedan û îradeyeke mezin mêtîngeriya tirk vala derxistiye. Îro êrîşên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tên meşandin jî berdewama siyaseta înkar û îmhayê ye.”
KJB’ê wiha berdewam kir: “Li dijî van pêkanîn zîhniyeta mêtînger bi pêşengiya parlamenterên HDP’ê çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û em hemû çalakiyên ji aliyê gelê me ve hatine destpêkirin slav dikin. Ji aliyê Serokatiya me û Tevgera me ve di Newrozê de deklerasyona çareseriya demokratîk hat destpêkirin û di ser vê pêvajoyê de ligel ku 10 meh derbas bûye, AKP’ê tun pêngav navêtiye.
AKP DI SIYASETA MIJULKIRINÊ DE ISRAR DIKE
KJB’ê wiha berdewam kir; “AKP ji bo hilbijartinan qezenc bike siyaseta mijulkirinê didomîne û di siyaseta înkarê de israr dike. Girtin, binçavkirin û serdegirtin didomin. Dewleta tirk ligel ku hesabê Roboskê neda, li Geverê ruyê xwe yê kujer carek din nîşan da. Li dijî gelê me yê Geverê ku êrîşa dijî gorên gerîla protesto dikirin, êrîş pêk anîn.
Li Kurdistanê dewleta serdest her tim teror meşandiye. Bi hezaran kes qetilkirin, gund şewitandin, kuştinên kiyarnediyar pêk anîn. Pêkanînên dij mirovane rewa dîtin. Niha jî netahliyekirina parlamenteran berdewama pêkanînên ku bi salan berdewam kiriye. AKP di çarçoveya hiqûqa înkar û îmhayê de li Kurdistanê zimanekî cuda, li derveyê welat zimanekî cuda, li hemberî rayagiştî zimanekî cuda bikartîne.
Bi van polîtîkaya îrade, hebûna siyasî û çandî ya gelê kurd tê hedef girtin. Neberdana parlamenterên kurd jî îfadeya herî şênber ya vê biryarê ye.
Neberdana parlamenteran, êrîşeke li dijî îradeya gelê kurd hatiye kirinê ye. Tê wateya tunehesibandinê û nenasikirinê ye. Ev rewş jî bi awaykî cidî pêvajoya çareseriyê ya ku serokatiya me daye destpêkirin tehdîd dike. Bi van êrîş û polîtîkayan neçareseriyê ferz dikin.”
Koordînasyona KJB’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li gelê kurd kir ku li dijî vê biryara ku hebûn û îradeya gelê kurd dihesibîne, bi ruhê serhildanê çalakî pêk bên û got: “Em bang li hemû demokrast û dostên kurdan dikin bila piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya parlamenteran. Yekitiya kurd-tirkan û têkoşîna hevpar dê her cureyê bêhiqûqî û ji holê rabike û demokrastiya rast dê qezenc bike.