KJB’ê konferansa jinan a Rojhilata Navîn pîroz kir
KJB’ê konferansa jinan a Rojhilata Navîn pîroz kir
KJB’ê konferansa jinan a Rojhilata Navîn pîroz kir
Koordînasyona KJB’ê der barê Yekemîn Konferansa Rojhilata Navîn û Parqa Gezî de daxuyaniyek da. KJB’ê konferansa jinan a Rojhilata Navîn pîroz kir û der barê berxwedana Gezî de jî wiha got: “Ev berxwedana li seranserê Tirkiyeyê dimeşe,li dijî pêkanînên AKP’ê teqînek e. Parqa Gezî di vê wateyê de roleke girîng lîstiye.
Koordînasyona KJB’ê diyar kir ku konferansa jinan a Rojhilata Navîn hesreta bi salan bû û got: “Ev konferans tê wateya rakirina sînorên zihniyeta serdest ya mêr û hewldana dewlemendkirina nirxane. Ji hemû welatên herêmê tevlibûna jinan a ji reng, dîrok, nasname û baweriyên cuda kelecaneke mezin e. Ev konferans di heman demê de ji bo pêkanîna aştî, azadî, edelet û wekheviyê bi pêşengiya jinê mumkune.
KJB’ê diyar kir ku her çiqas pirsgirêkên jinan li gorî herêman biguherin jî di esasa xwe de yekin û got: “Koka van pirsgirêkan digihêje zihniyeta 5 hezar sal berê ya mêran. Îro jî pêkanîn modernîteya kapîtalîst, netew dewlet û statukoyî van li ser jinan pêk tînin. Li Rojhilata Navîn ji rastî van pêkanînan tên. Bedelên giran didin. Li Rojhilata Navîn pêvajoyek dijwar tê jiyîn. Ev jî zêdetir bandorê li ser jinand ike. Ji ber vê ev konferans gelek girîng bû. Konferans ji aliyê jinên herêmî ve eleqeyek mezin dît.
AZADIYA JINÊ BI RÊXISTINÊ PÊKANE
KJB’ê diyar kir ku ew konferansê gelek girîng dibînin û got: “Di konferansê de biryarên avakirina koordînasyon û tora têkiliyê gelek girînge. Biryarên pêşvebirina rêxistibûnê û xistina jiyanê jî dê temînata azdiyê be. Pêşxistina yekitiya rêxistina jinan a Rojhilata Navîn dê di qada Navnetewî de jî mîsyona pêşengiyê bike.
Di mijara azadiya serokatiya me de jî helwest û biryarê hatine girtin bom e gelek girîng û bi nirxe.
BERXWEDANA PARQA GEZÎ QÊRÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ YE
KJB’ê berxwedana Gezî jî slav kir û got. “Ev hefteyeke li Tirkiyeyê berxwe didome. Em ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaziyê dixwazin. Ji birîndaran jî şifayê dixwazin. Ev berxwedan li dijî polîtîka û pêkanînên hikûmeta AKP’ê ye. Ev teqîneke li dijî pêkanîne. Parqa Gezî di vî alî de rola sereke lîstiye. Di vê berxwedanê de ji her aliyê kes tevli bûne. Ev civak b isalene bi derewên têkoşîna li dijî terorê tên xapandin. Lê îro tê dîtin ku çavkaniya pirsgirêkan pêkanînên dij-demokratîkin. Lê Hikûmeta AKP’ê bi israr vê peyamê fêm nake. Hikûmeta ku ev 3 deme dibe desthilatdar, ji ber hewesa xw ya erzan , berjewendiyên xwe gel mahkum dike.”