KJA'yê banga 'Silopiyayê' li rêxistinên navneteweyî kir

Kongreya Jinên Azad (KJA), li djî terora dewletê ya li Silopiyayê bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û çapemeniyê kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya KJA'yê de hat ragihandin ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Newroza 2013'an re bêhn hatiye ber civaka Tirkiyeyê û ji bo çareseriya demokratîk, pêkhatina aştiyê hêviyeke mezin derketiye holê û hat gotin, "Lê belê di pêvajoya piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya bi redkirina muzakereyan re destpê kir de, tecrîda li ser Birêz Ocalan, êrîşên bombeyî, operasyonên leşkerî û siyasî, şewitandina daristanan, şîdeta zayendî ya li dijî jinan û komkujiyên li hemberî gel ji aliyê dewletê ve bi tundî tên meşandin.

'DIXWAZIN GELÊ LI SILOPIYAYÊ TINE BIKIN!'

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser terora dewletê ya li navçeya Şirnex Silopiyayê û hat gotin, "Îro li Silopiyayê dewlet li dijî gel şîdeteke mezin û polîtîkaya tinekirinê dimeşîne. Ev 2 hefte ne dengê çekan ji Silopiyayê nayê birîn; ji hewa û bejahî ve bombe tên avêtin, komkujî tê kirin. Ji 4 taxan bi ti awayî agahî nayê girtin. Li gorî daneyên fermî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 28 kes birîndar bûn. Ji ber ku birîndarên serî li nexweşxaneyan didin tên girtin, birîndar naçin nexweşxaneyan, lewma hejmara rastî ya birîndaran nayê zanîn. Li gorî gotinên şahidekî bûyerê li nexweşaneyê birîndarek hat înfazkirin. Bi gefa tîmên taybet, jenderme û polîsan, destûr ji gel re nayê dayîn ji malên xwe derkeve."

BANGA LEZGÎN

KJA'yê bang li rêxistinên maf ên navneteweyî, sazî, heyetên çavdêriyê û çapemeniya navneteweyî kir ku ji bo komkujî û binpêkirina mafên mirovan ên li Silopiyayê û tevahiya herêmê lêkolîn û tespît bikin, bikevin nava tevgerê.