Kişanak: Tirkiye ji bo Kurdên Rojava zordariyê dixwaze

Kişanak: Tirkiye ji bo Kurdên Rojava zordariyê dixwaze

 Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan kişanak, di koma BDP'ê ya meclisê de helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî çareseriya pirsgirêka kurd rexne kir û xwest bi lezgîn pêvajoya diyalog û muzakereyan bê destpêkirin. Kişanak, anî ziman ku di vê pêvajoya ku niqaşên çareseriyê tên kirin de operasyonên leşerî berdewam dikin û xwest hemû siyasetmedar serbest bên berdan û operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin û pergala cerdevaniyê ji holê rakin.

Kişanak, piştgiriya Tirkiyeyê ya çeteyên çekdar û Artêşa Azad a Sûriyeyê jî rexne kir û xwest Tirkiye piştgiriya xwe ya şerê navxweyî ya Rojava qut bike. Kişanak, bang li hemû hêzên demokratîk û hikûmeta Tirkiyeyê kir û xwest astengiyên li pêş çalakiyên 15'ê Sibatê ji holê rakin û ji bo aştî û çareseriyê Pergala Îmraliyê hilweşînin.

Hevseraka Giştî ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Gultan Kişanak, di civîna koma BDP'ê ya meclisê de li ser geşedanên dawî axivî. Kişanak, diyar kir ku partiya wan mexdûrê hişmendî û feraseta ku bi yek hişmendî û yek ziman yek çand û yek nasnameyê tev digere ye û wiha got: "Partiya me ji hemû nasname, çand, bawerî û rengê wan hurmetê dike. Em dixwazin her kes wekî xwe bi vîna xwe hebe."

Kişanak, bal kişand ser gotinên Sirri Sakik û diyar kir ku gotinên wî hatine berovajîkirin û li gel vêyekê dîsa ji hemû kesî lêborîna xwe xwestiye û diyar kiriye ku her kes lazim e bi reng û nasnameya xwe bijî. Kişanak, anî ziman ku divê her kes ji ber nasname, çand, ziman û rengê xwe neyê cudakirin û her kes wekî hev xwedî maf bin.

Kişanak, anî ziman ku bi yek tîp, yek ziman û yek çand nayê qabûl kirin û wiha got: "Em dibêjin, nasname, çand, ziman, reng û vîna mirovan girîng e û lazim e her kes bi vîna xwe û nasnameya xwe bijî. Ger ku yekî kurd rabe bêje ez kurdim û dixwazim bi nasnameya tirk bijîm em dê hurmetê ji vî kesî re jî nişan dibim. em li dijî zorê û zorbayê ne. Divê her kes hilbijartina xwe bi vîna xwe bike. Êdî pirsgirêka kurd bûye pirsgirêka Rojhilata Navîn ya bingehîn."

'TIRKIYE JI BO KURDÊN ROJAVA ZORDARIYÊ DIXWAZE'

Kişanak bal kişand ser rewşa Suriyeyê û wiha got: "Li Kurdistana Suriyeyê (Rojava) gelê kurd dijî. Gelên din jî dijîn. Kurd dixwazin ji bo demokratîkbûna Suriyeyê xweseriya xwe pêş bixin. Lê li hemberî vê yekê polîtîkaya Tirkiyeyê ji bo Suriyeyê azadî, ji bo kurdan zext e. Bi vî rengî ev polîtîka pêş nakeve. Ev cudakarî ye. Em li dijî vê polîtîekayê ne û têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Vê hefteyê me ji bo ambargoya li ser Suriyeyê bê rakirin û zextên li ser gelê Rojava bi dawî bibin me li Wêranşarê civîna jinan çêkir. Lê Qeymeqamê Wêranşarê mehekê hemû çalakî qedexe kirin. Mîtîng, meş, daxuyanî civîn pêşwazîkirin tev qedexe kir. Em dipirsin û dibêjin tu vê rayeyê ji kê digire û li welatê demokratîk tu vê hêzê ji ku digire. "

Kişanak da zanîn ku Qeymeqam û Midûrê polîsan li Sûriyeyê di navbera YPG'ê û çeteyên çekdar de şer heye û ji bo gelê Wêranşar û Serêkaniyê li dijî çeteyan çalakiyan pêk nînin û kurd li wir kom nebin ev birar girtine.

Kişanak, anî ziman ku lazim e Tirkiye aşkere bike çima piştgiriyê dide çeteyên çekdar û çima çalakiyên li dijî vêyekê asteng dike. Kişanak, êrîşa li dijî jinan a Wêranşarê şermezar kir û xwest Wezîrê Karên Hundir bersîva vê yekê bide. Kişanak, da zanîn ku polîsan, bêyî sedem û hincetê bide nîşandan gelek bombeyên gazê avêtiye ser wan û dema parlamenterek di axivî li hewşa anfiyê şanoyê wekî baranê bi ser jinan de bombe barandin. Kişanak, xwest Wezîrê Karê Hundir sedema vê êrîşê aşkere bike û der barê vê êrîşa li hemberî jinan lêpirsînê bide destpêkirin.

Kişanak, êrîşa polîsan a li dijî jinan şermezar kir û da zanîn ku ew dê heta dawî hesapê vê yekê bipirsin û wiha got: "Berpirsiyarê vê êrîşê Qeymeqamê Wêranşarê ye. Em ji mirinê natirsin. Nikarin bi kuştin, îşkence û mudaxaleyan têkoşîna me rawestînin. Em dê heta dawî mafê xwe biparêzin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Di serdema hikûmeta AKP'ê de 68 kesên sivîl ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Lê heta niha der barê tu kesan de lêpirsîn nehatiye vekirin.  Çi dibe bila bibe em dê li kolanan çalakiyên xwe berdewam bikin û doza xwe biparêzin.

MEHEK E ÇÛNA ÎMRALÎ TÊ NIQAŞKIRIN LÊ HÊJ NEŞANDINE

Kişanak, niqaşên li ser çûna Îmraliyê jî rexne kir û wiha got: "Tam meheke çûna heyeta Îmraliyê di medya de tê niqaşkirin, lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Heyetae BDP'ê ya biçe Îmralî ji roja ewil de amade ye. Lê meheke li gel serlêdan kiriye û amade ye û niqaşê her hefte dikeve rojevê jî disa hêj hikûmetê bersîv nedaye. Projeya me û pêşniyarên me amade ne. Em bawer dikin ku em biçin Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê fêdeya wê li Tirkiyeyê û aştiyê bê kirin. Em dixwazin di nava meha çile de li Îmraliyê çi kir bi cemaweriyê re bê parvekirin. Lê li şûna ku pêajoyê ronî bikin, bi riya medyayê spekulasyonan pêş dixin û pêvajoyê aloz û tev li hev dikin. Em ji hikûmetê dixwazin pratîk û gavên şênber bavêjin.”

Kişanak, daxuyand ku bendewarî û hêviya hemû gelê Tirkiyeyê ya ji bo aştî û çareseriyê pir zêde ye û wiha berdewam kir: "Mafê tu kesî tune vê pêvajoyê vala derxe. Divê hikûmeta AKP'ê daxwaz, hêvî û bendewariyên gelê Tirkiyeyê vala dernexe û êdî gavên çareseriyê bavêje. Hêj pirsgirêka gelê kurd nehatiye çareserkirin. Gelê kurd li pey diyalog û muzakereyan e. "

Kişanak, guhertina zagonan jî rexne kir û anî ziman ku ligel zagon tên guhertin jî disa encama wê nayê guhertin. Kişanak, destnîşan kir ku ligel zagona der barê girtina zarokan de hat guhertin jî dîsa girtîgeh dije zarok in û wiha axivî: "Der barê berdana parlamenterên girtî de 2 salin niqaş tên kirin. lê heta niha tu zagon rast nekirine. Çima hûn zagonan naguherin. Çima hûn girtiyan û parlamenteran serbest bernadin. Çi astengî li pêş we heye. Çima hûn diz û kujeran berdidin û çima hûn siyasetmedaran bernadin? Divê hûn vê yekê aşkere bikin.

Kişanak, xwest bi lezgîn TMK bê guhertin û operasyonên siyasî û lekerî bi dawî bibin. Kişanak, anî ziman ku niha li Dêrsimê operasyona leşkerî ya herî mezin têkirin û wiha got: "Divê bi lezgîn operasyon bi dawîbibin. Di vê pêvajoya çareseriyê de çima li Dêrsimê operasyonaherî mezin tê kirin. Çima hêj pergala cerdevaniyê pêş dixin. Li gel ku hemû parazvanên mafên mirovan li dijî pergala cerdevaniyê ye çima hêj vê pergalê berdewam dikin û ranakin. Li aliyekî dibêjin dê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyêdin astengiyên ku li pêş çareseriyê zêde dikin. Divê operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bin. Divê girtî bên bedan û pergala cerdevaniyê bê rakirin.”

Kişanak, xwest her kes piştgiriyê bide pêvajoya muzakereyan û her kes tevlêbûna rast bike û her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe  û got: “Ji hemû hêzên demokrasiyê û hemû kesên alîgirê aştî û demokrasiyê divê tevli vê pêvajoyê bikin.  Di pêvajoya 15'ê Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi hêza navneteweyî anîne Tirkiyeyê hêzê bidin demokrasiyê û ji bo vê yekê Pergala Îmraliyê ji holê rakin.”

Kişanak, ji hikûmetê jî xewst astengiyê li pêş çalakiyên 15'ê Sibatê rakin.