Kişanak: Polîsan xwest min bikujin
Kişanak: Polîsan xwest min bikujin
Kişanak: Polîsan xwest min bikujin
Hevseroka Giştî ya BDP'ê têkildarî mudaxeleya polîsan de daxuyanî da û diyar kir ku piştî êrîşê dema ku ji bo hevdîtina bi polîsan re bike çûyî polîsan bi armanca kuştinê ew hedef girt û wiha got: "Wê demê gel li cem me tunebû. Em tenê wekîl li wir bûn. Lê polîsan em hedef girtin û bombeyên gazê avêtin me. Ajokarê partiya me serê min nizim kir û bombeya gazê li min neket. Bi awayekî zanebûn ez hedef girtim û xwestin min bikujîn."
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak têkildarî mudaxeleya polîsan li navçeya Wêranşarê ya Rihayê daxuyanî da çapemeniyê. Kişanak, anî ziman ku ligel bi Qeymeqamê navçeyê, walîtiyê û Wezîrê Karên Hûndir rastî mudaxeleyekî faşîzan hatin û polîsan bêyî hişyariyê êrîş pêk anîn û wiha got: "Ev yek provokasyon e. Hikûmeta AKP'ê û Wezareta Karên Hundir dê hesaba vê yekê bide. Heke wan fermana êrîşê dabin çima ji me re erê kirin. Bila dûrîtiyê nekin. Dîsa heke wan ferman nedabin polîs û qeymeqamtiyê fermana êrîşê dabin divê Wezîrê Karên Hundir wan ji peywirê bigire û lêpirsînê vebike."
Kişanak, da zanîn ku piştî êrîşê dema ji bo polîsan re hevdîtinê bike çû polîsan bi armanca kuştinê ew hedef girtin û wiha axivî: "Polîsan bi awayekî zanebûn em hedef girtin û bombeyên gazê avêtin me. Ajokarê partiya me serê min nizim kir û bombeya gazê li min neket. Ew ji destê xwe birîndarbû. Piştî em nêzîkî wan bûn ev bombeya mijê bi destan avêtin me. Bi awayekî zanebûn xwestin min bikujîn. Piranî jin û zarok gelek kes birîndar hene. Du kes niha li nexweşxaneyê tên dermankirin. Divê hikûmeta AKP'ê û Erdogan samîmî bin. Em ji bo azadiya xwe jiyana xwe danîn holê. Kesên fermana vê êrîşê dayîn û polîsên êrîş pêk anîn dê hesaba vê êrîşê bidin. Berê jî siyasetmedarên kurd kuştin. Hinek ji riyan zivirandin. Heke bi kuştina me, me bitepisînin bila berê xwe bidin dîroka me ya berxwedanê."
Kişanak, bal kişand ser hevdîtinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dewletê û wiha pê de çû: "Em li cem Ocalan in. Em piştgiriyê didin hemû gavên ew diavêje. Heke hikûmeta AKP'ê û Erdogan samîmî be bila ew jî gavan bavêjin û bi awayekî erenî nêzî Rojava bibin. Heke vê gavê bavêjin dê samîmiyeta xwe şênber bikin."
Di dema mudaxeleyê de di nav de zarok jî yî 5 kes hatin binçavkirin. Di mudaxeleyê de polîsan piyê jina bi navê Sidika Kurt a 65 salî jî şikandin. Hate zanîn ku piştî Kurt ket erdê polîsan piyê wê şikandin. Kurt piştî li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê piyê wê hate dermankirin û alçîkirin ji nexweşxaneyê derket.