Kişanak: Pêwîste hikumet samîmî û durist tevbigere
Kişanak: Pêwîste hikumet samîmî û durist tevbigere
Kişanak: Pêwîste hikumet samîmî û durist tevbigere
Rêxistina BDP'ê ya Antalyayê ji bo piştevaniyê xwarinek amade kir. Di xwarina şevê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak bang li hikûmetê kir û xwest di vê pêvajoya aştiyê de samîmû û durist tev bigere. Kişanak anî ziman ku, di demên berê de ger ku wêrek û bi cesaret tevgeriya bûna bi hezaran can winda nedibûn.
Rêxisina BDP'ê ya Antalyayê li navenda Çand û Kongreyê ya Cam Piramit "Xwarina piştevanî û dostayinê" da. Di xwairnê de Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak endam û rêveberên meclisa BDP'ê nûnerên ÇHD nivîskar, hunermend û nûnerên sendîka û komeleyan jî di navde gelek kesên din amade bûn. Di xwarinê de ji bo 3 jinên siyasetmedar ên Kurd rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak, axivî û li ser rol û rista aştiyê rawestiya. Kişanak da zanîn ku, êdî ax ji êş û xwînê têr bûye û lazime bi lezgîn gavên aştiyê bên avêtin.
'EM BI ÇALAKIYAN DAXWAZÊN XWE BÎNIN ZIMAN'
Kişanak destnîşan kir ku, pirsgireka Tirkiyeyê ya herî mezin pirsgirêka Kurd e û heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe tu pirsgirêkên din jî çareser nabin. Kişanak xwest ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe berî her tiştî li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diyalog û muzakere bên destêkirin. Kişanak aşkera kir ku, rojeva hemû Tirkiyeyê niqaşên di derbarê Îmraliyê û pêvajoya aştiyê de ye û xwest êdî ev pirsgirêk taloq nebe. Kişanak anî ziman ku, ew dixwazin di nava aştiyê de bi hev re bijîn û xwedî heman maf bin.
Kişanak destnîşan kir ku, bi bêdengî û rawestandinê pirsgirêk çareser nabe û xwest her kes çalak tevlî vê pêvajoyê bibe. Kişanak xwest çalakiyên xwe pêk bînin û bi çalakiyên xwe dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman. Kişanak bibîrxist ku, her kes aştiyê dixwaze, lê lazime ku ev daxwaza aştiyê vegere rêxistinbûnekê û bi dîsîplîn û plan ev aştî bê xwestin. Kişanak da zanîn ku, bi bêdengiyê pirsgirêk çareser nabe û dê ji niha û şûnde bêtir bi axivin û dengê xwe bilindtir bikin.
'GAVÊN WÊREK BAVÊJIN'
Kişanak bang li hikûmetê kir û xwest êdî gavên samîmî, durist û wêrek bavêje. Piştî axaftinan Rojda di xwarinê de konser da.