Kişanak: Hesabê vê êrîşa nemerdane dê bê pirsîn
Kişanak: Hesabê vê êrîşa nemerdane dê bê pirsîn
Kişanak: Hesabê vê êrîşa nemerdane dê bê pirsîn
Hevseroka BDP’ê Gulten Kişanak piştî bûyera li Licê ku leşkerên Tirk êrîşî gel kir û jê kesek mir û 10 kes birîndar bûn daxuyaniyek da û got: “Hesabê vê êrîşa nemerdane dê bê pirsîn.”
Kişanak ku piştî êrîşê çû Licê li wir axivî û diyar kir ku piştî çalakiya protestoyî ya înşaata qerekolê welatiyên vedigeriyan rastî êrîşa leşkeran hatine û wiha got: “Welatiyekî me di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da. 3 kes giran 10 kes birîndar bûn. Birîndar hemû bi çekan birîndar bûne. Yên ku çalakî pêk anîne hemû sivîl in, gundî ne û bê çek in. Bi ser gundiyan de gule barandin, cînayeteke vekiriye. Ev hewldana komkujiyê ye. Ev provokasyoneke nemerdane ye. Rewşa birîndarekî giran e. Gule li ser dilê wî ketiye, li aliyê din derketiye.Yanî rasterast hedef hatiye nîşandan. Gelê me divê hestyariya xwe biparêze. Divê gel neyê provokasyonan. Hesabê vê komkujiyê dê bê pirsîn.
Kişanak da zanîn ku kesên ev komkujî pêk anîn divê demildest derkevin pêşberî darazê û got walî, qeymeqam û fermandarê qerekolê ji vê êrîşê berpirsyar in. Kişanak ji bo malbata Medenî Yildirim sersaxî xwest.