Kişanak: HDP partiya pêşeroja civaka azad e

Kişanak: HDP partiya pêşeroja civaka azad e

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di kongreya HDP'ê de anî ziman ku HDP ne partiyek nû ye û partiyek bi kok û kevneşop e. Kişanak da zanîn ku HDP, partiya hêvî, bawerî û pêşeroja civaka azad e. 

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, di 1. Kongreya Awerte ya HDP'ê de beşdarên kongreyê silav kir û serketin ji wan re xwest. Kişanak anî ziman ku HDP partiyek kevn e û bi kok e û wiha got: "Keda her kesî di vê partiyê de heye. Em hemû kesên ku ked, piştgirî û moral dane HDP'ê pîroz dikin û hemû bi xêr hatine. Gelê me yê bi qîmet, îro ez bi xelata ji derya reş hatiye şandin derdikevim ser dikê. Ev ji bo biratiya gelan ronahiya heviyê ye." Axaftina Kişanak bi silogana "Bijî biratiya gelan" hat qutkirin. Kişanak, destnişan kir ku HDP hêviya biratiya gelan e û wiha berdewam kir: " Hêviya rêveberiya xweser û hêza demokrasiyê ye. Emê hemû hêza xwe û rêxistinbûyîna xwe ji bo demokrasiyê têxin meriyetê. Me her dem xwest komerek demokratîk bê avakirin. Her dem me bawer kir ku dê rêveberiyek demokratîk, wekhev û aştî pêş bikeve. Kesên dîwaran ava dikin dê winda bikin, pirên di navbera gelan de dê bi ser bikevin. Kesên dixwazin me ji hev cuda bikin û kesên dixwazin me perçe bikin dê winda bikin. Dê HDP'ê bi ser bikeve. HDP dê bibe azadiya gelên kurd, tirk, ermen û çerkezan. Li vî welatî gel, bawerî û nirxên herî zêde mafên wan tê binpêkirin, rastî zext û zordariyan tên dê bi HDP'ê bigihêjin mafên xwe. HDP dê bibe temîneta hemû gelan û ên din. Pêşeroj û rizgarî di HDP'ê de veşartî ye. Azadî azadî azadî. Serketin serketin serketin" 

XWENDEKARA ODTU: EMÊ TIMÎ LI DIJÎ SERDESTAN TÊBIKOŞIN

Li ser navê berxwedêrên ODTU xwendekara zanîngehê kongre silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Xwendekar wiha got: "Xwendekarên zanîngehê li dijî bombe û TOMA'yên serdestan têdikoşin. Em destûr nadin ku projeya veguhestina bajaran a serdestan bi ser bikeve. Ji ber ku em li hemberî vê yekê bi biryarin li dijî me mudaxale zêde ye. Di axaftinê de "berxwedan li her derê ye. Ji Rojava heta ODTU berxwedan" berz kirin. Gelek hevalên me yên xwendekar bûne hedefa polîsan û rastî êrîşên tund tên. Lê em dê têkoşin û berxwedanaxwe berdewam bikim. Em dê ligel HDP'ê û û di nava HDP'ê de têkoşîna xwe berdewam bikin. Berxwedana me berxwedana gel e."