Kişanak: Ger aştiyek hebe dê bi jinê hebe
Kişanak: Ger aştiyek hebe dê bi jinê hebe
Kişanak: Ger aştiyek hebe dê bi jinê hebe
Der barê Yekemîn Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn ya bi pêşengiya DOKH’ê li Amedê pêk tê de hevseroka KCD’ê Aysel Tukluk axivî û got: “Ger jin tunebe, demokrasî jî tune, azadî jî tune.” Hevseroka BDP’ê Gulten Kişandak jîg ot: “Ger aştî çêbibe, dê bi jinan çêbibe. Têkoşîna jinê divê zêdetir bê xuyakirin.
Aysel Tugluk û Gulten Kişandk li ser navê DOKH’ê der barê konferansê de li avahiya Sumerparqê li Salona hejmar yek civîna çapemeniyê pêk anî.
Tugluk der barê konferansê de nirxandin kir û wateya li konferansê bar kir vegot. Tugluk wiha got: “Konferansa ku malovaniya wê Amed dike, dê 3 rojan didome û roja 4’emîn jî dê ger bê organîzekirin. Ji 20 welatên Rojhilata Navîn û 6 welatên YE’yê dê 250 delege tevli bibin. Zêdetir dê ji Rojhilata Navîn tevli bibin.
JIN TUNEBE, DEMOKRASÎ JÎ TUNE
Tugluk go konferans dê bi dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ pêk were û diyariyê her sê siyasetmedarên kurd yên li parîsê hatin qetilkirin bikin. Tugluk wiha got: “Konferans di alî me de bi kelecane. Ji ber ku cara yekemin bi jinên rojhilata navînre nîqaş tê kirin. Li ser dîroka jinê dê nîqaş bê kirin. Pirsgirêka jinê gerduniye. Emê tecrube û têkoşîna xwe parve bikin. Pirsgirêka jinê pirsgirêka pergalê ye. “
Tugluk destnîşan kir ku jinên kurd bedelên mezin dane û got: “Me jinên kurd zehmetiyên mezin kişand. Ez ji berk u divê xebatê de cih digirim, serbilindim. Emê li ser pirsa ‘Aştiyek çawa? Dê nîqaşan bimeşînin. Îro li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pirsgirêkên cidî yên xizanî, şîdet û demokrasiyê hene. Di vê nokteyê de divê jin li cîhanê modelek mînak ava bikin. Ger jin tunebe, demokrasî û azadî jî tune.
Gulten Kişandak jî diyar kir ku divê têkoşîna jinê zêdetir bê xuyakirin û wiha got: “Ev nêzî salekê ye ji bo konferansê xebatên rêxistinê tên kirin. Di encama têkiliyan de hewcedariyek bi konferansek wiha hebû. Sedemên pêk anîna vê konferansê ya yekemîn geşedanên Rojhilata navîn bû. Li rojhilat şerên mezin tên jiyîn. Înşakirina pêvajoya nû heye. Em jin dê li ku derê vê pêvajoyê bin. Ya duyemîn jî tevgera jinên kurd tevgera îtîrazê ye. Lê jinên kurd ne tenê tevgera îtîrazê wek tevgera înşayê tê dîtin. Me di vê pêvajoya dîrokî de ev organîzasyon wek peywirekî dît.
Kişanak girîngiya konferansê wiha rêz kir;
“-Li cîhanê siyaset di asta dewletê de tê kirin. Em bi vê xebatê dixwazin daxînin asta civakê.
- siyaseta di asta mêr ya nava pergala dewletê de, em dixwazin biguherin siyaseta di asta jinê de.
-Li Rojhilata Navîn siyaseta serdest ya mêr, siyaseteke global û şerxwaze. Em dixwazin di asta civakê û jinê de siyaset bê meşandin. Sedsala 21’ê dê bibe sedsala jinê.”