Kişanak: Çima rêveberiyên herêmî nebin xweserî?

Kişanak: Çima rêveberiyên herêmî nebin xweserî?

Hevseroka Giştî a BDP’ê Gûltan Kişanak diyar kir ku bi çêkirina dewleta navendî rê li ber derketina pirsgirêkan di hemû warî de vekiriye û wiha got: “Pirsgirêka Kurd jî ji vir derket. Ger Kurd jî xistibane nava rêveberiyê emê li hemberî vê pirsgirêka kurdan a ev çendî dîrokî ne hatibane.” Kişanak bal kişande ser nêzikatiya  demokratîkbûn û xweserbûna ji gel re wê pirsgirêkan jî çareser bike.

Koordînasyona Konferansa Demokratîk û Aştiyê ku “Konferansa Aştî û Demokrasiyê” li dar xistî li Salona Ayhan Şahenk a li Kampûsa Uçaksavar a Zankoya Bogaziçi dewam dike.

Di beşa duwem a konfiransê de Hevseroka Giştî a BDP’ê û namezeta Serokatiya Şaredariya Bajarêmezin Amedê Gultan Kişanak li ser “Nêzikatiya rêveberiya herêmî a xweserî, şaredariya azad û demokrasiyê” axivî.

TEVLÎ RÊVEBERIYA KÊM NABE

Kişanak bal kişande ser ku li Tirkiyê tevlîbûna gel a rêveberiyan pirsgirêka herî bingehîne û wiha got: “Demokrasî beşdarbûna li rêveberiyê û bi her pênc salan carekê biçe ser sindoqê deng bide bi sînore.”

Kişanak got ku dema di xala pirsgirêkên demokrasî û aştiyê bi dawî bûn ew jî pirsgirêka rêveberiyê ye û wiha dewam kir: “Li Tirkiyê pirsgirêkên bingehîn ku em dijîn di bingeha wan de pirsgirêka demokrasî û aştiyê heye. Heya ku ev neyên çareser kirin pirsgirêkên din neyên çareser kirin tiştek nayê çareser kirin. Lê di rastiyê de xala ku ev lê bi dawî dibin pirsgirêka rêveberiyê ye.” Kişanak ku bal kişande ser rêveberiya li Tirkiyê ku li ser hesaban hatiye çêkirin wiha got: “ Di çêkera dewleta navendî de, hem di rêveberiya herêmî de, hem siyaseta huqûqî, hem di siyaseta hilbijartinê, bi çi alî temaşe bikî tevlîbûn bi sînor kirin, bi bilind kirina yê bi hêz, li ser xizmetê û li ser derb binpê kirinê hatiye avakirin û şekil kirin. pirsgirêka Kurd jî ji vir derket. Ger Kurd jî xistibane nava rêveberiyî îro em li rasta pirsgirêkekî Kurd a hinde kûr ne dihatîn.”

BI TEVILKIRINA CUDAHIYAN NAV RÊVEBERIYÊ DI TIRSIN

Kişanak diyar kir ku dema peyvên xweserî û rêveberiya herêmî hatin gel hev “Kurd wê welatekî cuda ava bikin, parçe bikin” dibêjin  û wiha dewam kir: “Di rewşa heyî de hîn xwesertî hebe wê rêveberiyên herêmî bikarin hinek pirsgirêkan çareser bikin. Di destora bingehîn a sala 1921’an de nivîsandibû ku rêveberiyên herêmî xweserin. Bi destora bingehîn a 1924’an jî ev ji jiyana me derxistiye. Çima ev çend ji xweseriyê di tirsin, çima rêveberiya herêmî nebe xweser? Tirk, Sûnnî, Mûsliman yên ku dixwazin civakekî bi zilam bi afirînin mafê gelan binpê dikin. Li dijî peyva xweserî îtifaqek heye. Ji cudahiyan ne tirsin, ji cudahiyan tevlî rêveberiyê kirin yê di tirse, tiştekî wiha ye. Li cihê bi tirsnûkan re mûjil bibin pêwiste hemû kes ji bo rêveberiyekî xweser hewildan bide.”

LI CIHÊ WÊ RÊVEBERÎ Û DEMOKRASÎBÛN

Kişanak ku got “ger bi nêzikatiyekî demokratîkbûna herêmê û xweseriyê radestî gel bikîn wê hemû pirsgirêkên vî gelî çareser bibin” û diyar kir ku li şûna bi metirsiyan bijîn pêwiste ji bo ku hemû kes bi îdîayên xwe bijî hewil bidin.

Kişanak ku got ji bo bi cih anîna pêwistiyên gel rêveberiya xweserî giringe û rêveberiya bûtçeyê jî herêmê jî giringe û wiha got: “ Dema ku rêveberî ne ji cihê wê be hebûna xweseriyê bi tenê ti wateya xwe nîne. Ji bo rabûna rêveberiya navendî, yek kesî bê rakirin rêveberiya ji cihê wê pir giringe.”

Kişanak got ku: “Derbas kirina rêveberiya xweser a jiyanê pirsgirêkekî huqûqiye” û wiha dewam kir: “Gere v neyê gûhertin wê di navbera civakê, gel û rêveberiya navendî de pevçûn dewam bikin. Ji bo pirsa ka wê kî bi ser bikeve, yê ku dixwaze bersiva ‘em’ bide pêwiste vî aliyê xwe bi hêz bike, tevgera damezrandinê pêwiste em çêbikîn.

JI BO DEMOKRASIYÊ NE NÛNERTÎ PÊWISTE TEMAŞEY BEŞDAR BÛNÊ BÊ KIRIN

Piştî wê jî Bekir Agirdir di bin sergotara “ Demokrasiya xwecihî, rêveberiya herêmî û ji cihê wê, tevlîbûn û demokrasî” pêşkêşî kir.

Agirdir ku diyar kir li Tirkiyê li gel ku hemû partiyên siyasî û siyasetvan li dijî rêveberiya herêmî dernakevin jî lê li rexmê vê tişta jêre pêwiste ne hatine bi cih kirin û sedema wê jî pirsgirêka Kurd nîşan da.

Agirdir ku diyar kir ti aktorekî siyasî baweriya wî a bi hewlatiyê wî nîne û wiha got: “Ji ber vê yekê hemû kes dixwaze ku ger dewlet be ji dewletê, rêxistin be ji navenda bê bi rêvebirin. Danasîna demokrasiyê jî li ser van xakan astengekî zihniye. Demokrasî weke temsîlî tê dest girtin, kes bi çavekî beşdarbûnê temaşe nake. Danasîna wê a xwecihî jî wiha ye. Danasîna pêwistiyên xwecihî nayên axaftin, meseleyên navnetewî tên nîqaş kirin.”

Agirdir ku diyar kir pêwiste daxwazên xweseriya demokratîk tenê weke yên kurdan bên derxistin û wiha got: “Pêwiste em hemû li hemû cihî rêveberiya herêmî bixwazîn, pêwiste bibîn xwedî mafê axaftinê.”