Kişanak: Bûyera Lîceyê dibe ku pêvajoyê bixitimîne
Kişanak: Bûyera Lîceyê dibe ku pêvajoyê bixitimîne
Kişanak: Bûyera Lîceyê dibe ku pêvajoyê bixitimîne
Hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak got, dibe ku bûyerên li Lîceyê şikestinekê çêbike. Kişanaka anî ziman gel bi çekên giran gulebarankirin bûyerek wahîme û got: “Dibe ku şikestinekê çêbike. Dibe ku pêvajoyê bixitimîne. Eger ev bûyer jî weke ya Roboskiyê bê nixumandin, derengxistin dê xalek din ya şikestinê çêbike.”
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak li Navenda Giştî a BDP’ê pirsên rojnamevanan bersiv da û diyarkir ku, ji bo pêvajoya vekişînê bê pirsgirêk derbaz bibe ew hewil didin, lê belê li herêma Lîceyê liv û tevgerekî leşkerî heye. Kişanak balkişande ser ku, li ser navê madeyên hişber her roj li herêmê operasyon têne kirin û got: “Ji bo tekoşîna li dijî madeyên hişber li benda dema vekişînê mayî? Gelo nemumkune ku ev operasyon piştî ev pêvajo bidawî bibe, destpê bike? Bawerî bi vana nayê. Ev nêzîkatiyekî ku di rayagiştî de fikrek din bide avakirin û veşartina operasyonên leşkerî ne. niha jî miriyek û 8 birînar neqlî nexweşxaneyê kirine, zêdetirî 20 kesên bi guleyan birîndarbûyî û neçû nexweşxaneyê hene. Ji bo vê binixumînin senaryoyekî wisan diavêjin holê.”
Kişanak destnîşan kir ku, neraste ku mirovên sivîl ên li herêmê çalakî pêkanîne bi çekên giran gulebaran bikin û anî ziman ku, “Mirovên sivîl. Bi fermana rayedaran hatin gulebaran kirin. Bi çekên giran gule lê reşandine. Ji bo tabloyekî wiha wahîm veşêrin, senaryoyekî wiha di avêjin holê.”
Kişanakê diyarkir ku, ew nikare bêje hemû hêzên li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin û ên naxwazin ev pêvajo pêş bikeve hene. Kişanakê da zanîn ku, ev nêzî mehekê ye li Lîceyê liv û tevgera leşkerî heye, her wiha hikumet her wekû nizane nêz dibe. Kişanakê bilêv kir ku, “Em dê aştiyê avabikin, an qereqolan? Eger em dê aştiyê ava bikin, pêwîstî bi van cûre polîtîkayan tune ye.”
‘PÊWÎSTE DI VÊ PÊVAJOYÊ DE MANTIQÊ ÇÊKIRINA QEREQOL Û QALEQOLAN BAŞ WERE FÊM KIRIN’
Kişanakê aşkera kir ku, di demekî ku şer ji rojeva xwe derdixînin, pêwîste mantiqê çêkirina qereqol û qaleqoleyan baş were fêm kirin. Kişanakê diyarkir ku, gotinên weke “Li wir qereqol nayên çêkirin” fikaran zêdetir dike. Kişanakê anî ziman ku, ji bo dawî li van rageşiya bînin tu kes li wan negeriya ye û pêwîste li tu provokatorên din negerin. Ji bo selameta lêpirsînê û hesta edaletê pêwîste lêpirsînek cidî were kirin.
Kişanakê bersiva pirsên têkildarî pêvajoyê jî da û got; “Pêwîste Birêz Serokwezîr bersiva pirsên têkildarî pêvajoyê bide. Ev ne pêvajoyekî wisane ku hema bixwe bihêlin û bê rêvebirin. Tedbîrên ku îdarî ên hikumet bigire hene. Herî kêm bila vê bikin. Bila bêje em qebûl nakin guleyan li sivîlan bireşînin, dê ev bûyer çareser bibe. Eger ev bûyer weke a Roboskiyê bênixumandin, dê xalek din ya şikestinê çêbike.”
Kişanak destnîşan kir ku, fikra bingehîn a pêngava yekemîn rawestandina pevçûnane û balkişande ser ku pêvajoy vekişînê biserkeftî didome. Di vê mijarê de îradeyek derketiye holê. Kişanakê da zanîn ku, dibe pêngavên demokratîkbûyînê destpê bikin, guhertinên zagonî bêne axaftin. Kişanakê balkişande ser girîngiya ku vana weke şer pêşkêşî hev nekin, dê berevajiyê ve bibe gef. Pêwîste li ser maf û azadiyê bazar neyê kirin, normên demokratîk li holê ne. Kişanê da zanîn ku, pêwîste ji bo vê pêvajoyê hincet neyên hilberîn. Kişanakê anî ziman ku, bûyerên ku li Lîceyê destpêkirin û her ku diçe mezin dibin, li Amedê bêperwa êrîşî gel kirin.