Kişanak, Anli û Ata birin Girtîgeha Kandirayê
Piştî ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, wekîla berê ya BDP’ê Ayla Akat Ata hatin girtin, ew birin Girtîgeha Kandirayê.
Piştî ku hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, wekîla berê ya BDP’ê Ayla Akat Ata hatin girtin, ew birin Girtîgeha Kandirayê.
Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî û Wekîla berê ya BDP’ê û Berdevkê Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata ku di nav çarçoweya lêpirsîna 25’ê Cotmehê de, ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate birêvebirin û ji hêla dadgehê ve bi îdîaya ‘’endamê rêxistina çekdar’ hatibûn girtin, birin Girtîgeha Tîpa F ya navçeya Kandira a Kocaeliyê.
Parêzerê Gultan Kişanak û Firat Anli Mehmet Emîn Aktar, şevê dî piştî ku ji dadgehê derketibû, gotibû, ‘Miwekîlên me beriya ku derkevin dadgehê, biryar hatiye dayin bê ka wê li kîjan girtîgehê bimînin. Em hîn nebûn bê ka miwekîlên me wê li kîjan girtîgehê bimînin. Tişta ku em hîn bûne ev e; beriya ku derbarê wan biryara girtinê were dayin, girtîgeha ku wê wan bişînin eyar kirine.’’
Kişanak, Anli û Ata yên ku hatin girtin, bi hênceta ‘’ewlekariyê’’ bêyî ku ji parêzerên wan re jî bibêjin, şevê dî, bi derengî bi balafirê anîn Stenbolê. Navên ku ji wir bi rêya bejahiyê birin navçeya Kandira a Kocaeliyê, berê sibehê saet 03.00’an li Girtîgeha Tîpa F bi cih kirin.’’