BI DÎMEN

'Kiryarên PDK'ê ne yên qebûlkirinê ne'

Nûnerên partiyên Kurd, bi zimanekî tund rexne li têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re û polîtîkaya wê ya li ser Şengalê kirin.

Li Başûrê Kurdistanê, nerazîbûna li hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re mezin dibe. Parlamenterê YNK'ê Saler Mahmûd, Parlamenterê Goran Elî Mihemed Salih û Parlamenterê Komala Îslamî Soran Omar bi tundî rexne li têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re kir û gotin, "Em pirsgirêkên xwe di nava xwe de bi axaftinê dikarin çareser bikin."

Nûnerên partiyên li Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li Şengal û Rojavayê Kurdistanê dan û anîn ziman, ev êrîş ne yên qebûlkirinê ne. Parlamenterê YNK'ê Saler Mahmûd, Parlamenterê Goran Elî Mihemed Salih, Parlamenterê Komala Îslamî Soran Omar û ji berdevkên Têkiliyên Derve yê YNK'ê Şêx Şemal rexne li PDK'ê kirin ku li pêşberî van êrîşan bêdeng maye. Nûneran diyar kirin, ku divê ti partiyeke Kurd nekeve nava têkiliyeke bi vî rengî û destnîşan kirin, ku divê Kurd li dijî dijminên xwe yekîtiya xwe biparêzin.

'DIVÊ PIRSGIRÊK BI DIYALOGÊ BÊN ÇARESERKIRIN'

Parlamenterê YNK'ê Saler Mahmûd bibîr xist, ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku Tirkiye dixwaze Kurdistanê dagir bike û got, "Tirkiye li ti parçeyekî naxwaze destketiyên Kurdan hebin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd stratejiyeke xwe nîne. Daxwazeke xwe jî nîne. Pirsgirêka PDK'ê bi PKK û rêxistinên din re heye. Lazim e ev pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Em neçar in di nava xwe de yek bin, ku dijminên me nebin xwedî cesaret. Di vê mijarê de dixwazim mînakekê bidim. Ji lîderên Şîa yên Iraqê Omer Hakîm daxuyaiyeke bi vî rengî da bû: 'Kurd nikarin serbixwe bibin. Ji ber ku di nava xwe de yek nînin'. Ev rast e, ji ber ku yekîtiya me nîne. Gelê me tifaq û yekîtiyê ji me dixwaze. Her kes qala yekîtiya Kurdan dike, lê belê ji bo pêkhatina vê gavekê navêje. Niha bi Tirkiyeyê re pirsgirêk heye. Tirkiyeyê êrîşî Şengalê û gelê me kir. Em vê mehkûm dikin, şermezar dikin. Ev yek li dijî qanûnên navneteweyî ye, li dijî qanûnên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ye. Gelê me di nava êrîşên Tirkiye û Îranê de ye. Lazim e ev welatên navborî bi rêzdarî nêzî gelê me û sînorê me bibin."

'TÊKILIYA PDK'Ê YA BI TIRKIYEYÊ RE LI SER BINGEHA BAZIRGANIYÊ YE'

Parlamenterê Komala Îslamî Soran Omar jî bibîr xist, hikumeta herêmê ya di bin destê PDK'ê de ye, nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk neda û got, "Di vê êrîşê de şervanan, pêşmergeyan û mirovên ji gelê sivîl jiyana xwe ji dest dan, şehîd bûn. Eger em li ber ranebin, wê ev êrîş dewam bikin. Têkiliyên PDK'ê yên bi Tirkiyeyê re li ser bingeha bazirganî û berjewendiyan e. Lazim e ev hesab li ser gelê Kurd nebin. Li ser parçeyekî neyên kirin. Eger bi vî rengî be, wê qirêj be. Divê karê me yê sereke, berjewendiyên neteweya me be. Pêwîste bi Tirkiye û Îranê re têkiliyên bi vî rengî neyên danîn. Çi baş çi jî nebaş, divê li hemberî êrîşeke ji derve were, em nerazîbûna xwe nîşan bidin. Lazim e em têkiliyên şexsî tevlî vî karî nekin."

'JI BILÎ PDK'Ê HER KESÎ ŞERMEZAR KIR'

Ji Berdevkên Têkiliyên Derve yê YNK'ê Şêx Şemal jî anî ziman, ji bilî PDK'ê hemû partî û saziyan ev êrîş şermezar kirin. Şêx Şemal çûyîna Nêçirvan Barzanî ji bo Enqereyê rexne kir û got, "Em nizanin bê weke serokê hikumeta herêmê çûye yan jî kadroyekî partiyekê çûye? Ev ne diyar e. Eger weke serokê hikumetê çû be, ti heyeteke fermî li gel wî tine bû. Wê demê bi şexsî çûye. Ev yek nêzîkatî û siyaseteke gelekî nebaş e. Kiryarên PDK'ê ne yên qebûlkirinê ne. Di nava têkiliyên nebaş de ye. Em vê mehkûm dikin."

NERAZÎBÛNA LI NÊÇIRVAN BARZANÎ

Parlamenterê Tevgera Goran Elî Mihemed Salih jî destnîşan kir, ku ew êrîşa Tirkiyeyê ya li Şengalê qebûl nakin û got, "Şengal axa Iraqê û Kurdistanê ye. Em vê êrîşê şermezar dikin, qebûl nakin. Hê hefteyek di ser êrîşa ku pêşmerge û şervanan jiyana xwe ji dest dan derbas nebû, serokê hikumeta herêmê çû Tirkiyeyê. Û li wê derê daxuyanî da medya Tirk û got, 'Divê PKK ji Şengalê derkeve'. Ev polîtîkayeke gelekî nebaş e. Pirsgirêka Şengalê bi çekê çareser nabe, bi diyalogê çareser dibe. Û cihê vê nîqaşê jî cihekî din nîne. Cihê wê Şengal û Başûrê Kurdistanê ye." Salih nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Nêçirvan Barzanî yên li Enqereyê da.