Girtiyên li Sîlîvriyê bûyerên dijîn vegotin

Girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê, bi nameyekê pêkanîn, kiryar, îxlalên mafan û êrîş vegotin.

Li girtîgehan zextên li ser girtiyan roj bi roj zêde dibe. Pirtûk, radyo, lênûsk û gelek alav û amûrên girtiyan ji destê girtiyan digirin. Niha jî cilên girtiyan nadin wan. Piştî Rewşa Awarte hat îlankirin û biryara cilên yek tîp dan, niha armanc dikin ku cilên yek rengî li girtîgehan dixin meriyetê. Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 9 a Sîlîvrî dimînin, ji Mijdara 2017'an heta niha binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehê kirin rapor û bi rêya nameyekê bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kirin. Li ser navê girtiyan Ulaş Îçmez name şand û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan.

ZEXTÊN FÎZÎKÎ LI GIRTIYAN TÊN KIRIN

 * Girtî Hasan Farsak, Huseyîn Sungu, Mehmet Manas Doganay, Şerîf Tûrûnç û Tahsîn Sagaltici di 3'ê Mijdara 2017'an de dema ji dadgehê vedigeriyan bi hinceta kamera girtine girtî lê hatine xistin. Girtiyên serî li dozgeriyê dan. Lê serdozgeriyê biryara bêşopandinê da. Dozger parast ku leşkeran hêza bi pîvan pêş xistiye û bi vî rengî êşkence rewa kirin.

 * Yilmaz Vîraner di 24'ê Mijdara 2017'an de dema ji hevdîtina parêzeran vedigeriya piyê wî li piş wî zîvirandin û êşkence li wî kirin. Dema Vîranek dirûşme berz kirin gardanan gef lê kirin û lêxistin.

 * Hakan Încî dema ji hevdîtina parêzer vegeriya bi dehan caran hate lêdan û êşkencekirin.

 * Gulhan Sagiltici bi awayekî keyfî hatin astengkirin û bi destûr nedan bi parêzer re hevdîtinê bikin. Mafê wî yê hiqûqî hatiye desteser kirin.

 * Hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran re li cihê girt tên kirin. Li dijî rêgez û mafê veşartinê hevdîtin tê kirin.

 * Ji bilî hevditinan destûr nadin ku pereyan razînin.

 * Heta 10-15 derbas nebin wan dernaxin revîrê.

 WAN DIXIN QAFESÊ YEK ODEYÎ

 * Girtî li hewşê 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Ev tecrîd û tacîz e.

 * Dema girtî diçin dadgehan kabîneyên rîngan li ser wan ferz dikin. Muameleya hewyanan li wan dikin û bi kamerayan tên şopandin.

Ev li dijî mafê mirovan e û nayê qebûlkirin.

 ‘AMADEKARIYA CILÊN YEK RENGÎ DIKIN'

* Di demên dawî de cilên ji girtiyan re diçin nadin wan. Cilên rengê spî, boz, qehweyî, cûn, hakî û gewrî nadin girtiyan.

* Bi van pêkanînan cilên yek rengî li ser girtiyan ferz dikin. Amadekariyê dikin ku cilên yek rengî têxin meriyetê.

NAMEYAN SANSUR DIKIN

* Girtiyan destnîşan kir ku nameyan nadin girtiyan, Nameyên didin jî sansur dikin.

* Bi hefte û mehan nameyan nadin girtiyan. Divê hemû astengî li pêş ragihandinê bê rakirin.

PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN

* Li hucreyan hêjmara pirtûkan daxistine 10'an. Pirtûk, kovar û rojnameyên ku ziyaretvan dişînin desteser dikin.

* Tevî ku biryara komkirina rojname û kovaran tune ye jî pirtûk, rojname û kovar bi awayekî keyfî tên desteserkirin. Divê bi lez dawî li vê pêkanîna faşîst bînin.