Kılıçdaroglu rêbaza çareseriyê dît: Zîrveya serokan!
Kılıçdaroglu rêbaza çareseriyê dît: Zîrveya serokan!
Kılıçdaroglu rêbaza çareseriyê dît: Zîrveya serokan!
Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu, piştî civîna MYK ya ku berxwedana Parqa Gezî lê hat nîqaşkirin şûnde bang li serokomar Gul kir ku ji bo çareseriyê zîrveya serokan pêk were.
Li ser banga serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu MYK CHP’ê berxwedana Parqa Gezî nirxand. Civîna saet di 01.30’an de destpê kir û ji 2 saetî zêdetir brdewam kir şûnde, Kiliçdaroglu civînek da çapemeniyê û banga zîrveya Serokan kir.
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku divê daxwazên berxwedêrên Parqa Gezî bê bersiv nemîne û partiyên siyasî li dijî daxwazên mijara gotinê ne tiştên pêwist bike.
Kiliçdaroglu diyar kir ku divê dawî li feraseta ku gel û polîsan tîne hemberî hev bÊ dayîn û hesabê hêza bê sînor bê pirsîn. Kiliçdaroglu ji bo daxistina tansiyonê jî bang kir.
Kiliçdargolu anî ziman ku ev rewşa heyî zirarê dide aborî û rêzdariya Tirkiyeyê û ji ber vê jî ew xemgîn dibin. Kiliçdaroglu ji bo çareseriya pêvajoyê pêşniyara pêkanîna zîrveya serokan kir.