Kiliçdaroglû: Me kredî da AKP’ê, bila pirsgirêkê çareser bike

Kiliçdaroglû: Me kredî da AKP’ê, bila pirsgirêkê çareser bike

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû derbarê hevdîtinên dewlet û hukûmeta AKP’ê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got: “Em krediyeke din didin AKP’ê, vê pirsgirêkê çareser bike” û behsa çar rêgezan kir.

Kiliçdaroglû li navenda CHP’ê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Her kes dizane ku ev 10 sal in ku hukûemtê nekariye di mijara terorê de tu pêngavek bi biryar û xwedî helwest biavêje. Hemû kerr û lal jî vê yekê dizanin.”

Kiliçdaroglû diyar kir ku niyeta wan baş e û got: “Em bi taybet binê wê xet kir ku divê li dijî terorê helwestek hevpar were nîşandan. Me ji bo çareseriya pirsgirêkê jî got Meclîsê. Li wir em ê rûnin û biaxivin. Em heta niha jî li ser van gotinên xwe ne.”

Kiliçdaroglû destnîşan kir ku ew bi baldarî hevdîtinên bi Ocalan re dişopînin û got ku ji bo vê yekê hin pêşniyarên wan ji bo Erdogan hene. Kiliçdaroglû got: “Divê polîtîkayeke durist û aşkere bê meşandin, ji bo ev pirsgirêk çareser bibe. Divê ev mijara herî girîng û herî zêde mirov diêşîne, mirov ji xwe re neke amûreke rojane an jî ji bo hilbijartinê bi kar neyne. Wisa bibe, ev yek dê pir xeter be. “

Rêberê CHP’ê da zanîn ku Tirkiye li benda aşitî û aramiyê ye û got: “Em ji aşitiyê bi hêvî ne. Li hembeîr sivîla xirab a berê ya AKP’ê em dîsa jî bi hêvî ne” û da zanîn ku ew ê het dawiyê ji bo çareseriyê ji dil tevbigerin.”

Kiliçdaroglû behsa çar rêgezan kir û diyar kir ku divê derbarê mijdarê de agahî bidin muxalefeta sereke û got: “Ne tenê em, divê agahî bidin hemû Parlementoyê. Ger hûn jidil dixwaz pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn vê yekê bi enstrumenên çareseriyê re parve bikin û netirsin” û ev rêgaz kir: “Ya yekem hûn dê jidil û durist bin. Ya duwemîn, tu ajandeyek veşartî ya we nabe. Sê hûn nakevin nava tiştên ku hûn nikarin ji gel re pênase bikin. Ya çarem jî hûn ê agahî bidin partiya muxalefeta sereke an jî gel. Ger hûn vana nekin hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin.”