Kî Tirkiyeyê parçe dike, kî dide parçekirin? -GOTAR
Tê destnîşankirin, ku li ser bingeha krîza Qatarê, operasyoneke nû li dijî Tirkiye û Îranê hatiye destpêkirin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî wê li ser vê bingehê dijwar bibe.
Tê destnîşankirin, ku li ser bingeha krîza Qatarê, operasyoneke nû li dijî Tirkiye û Îranê hatiye destpêkirin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî wê li ser vê bingehê dijwar bibe.
Di vê rewşê de, şefê faşîst Tayyip Erdogan gihaye wê encamê ku Tirkiyê wê parçe bibe. Hinek hêzan îşaret dike û dibêje "dixwazin Tirkiyê parçe bikin". Bi vê yekê, edebiyata mexdûriyetê dike û dixwaze xwe rizgar bike, desteka civakê jî bi dest bixe. Di heman demê de, eniya polîtîk a li dijî xwe jî tewanbar dike. Çapemeniya destekgir jî, van gotinan di manşetan de diweşîne.
Baş e, gelo di vê rewşê de pirs nakin û nabêjin, kî Tirkiyeyê parçe dike û kî dixwaze parçe bike? Dîsa, kî siyasetê parçebûnê dimeşîne? Yanî, Tirkiye ji ber xwe ve parçe nabe. Eger, bi rastî Tirkiyê ber bi parçebûnê tê birin, bêgumen hinek kes hene ku vî karî dikin. Gelo ev kes kî ne, yanî kesên ku parçe dikin kî ne? Çima, Tayyip Erdogan, kes, yan jî kesên ku dixwazin Tirkiyê parçe bikin, eşkere nake?
Ji xwe parçebûn ji ber xwe jî çênabe. Eger hinek kes vî tiştî bikin, hinek kes û derdor jî dibine zemîna vî karî. Baş e, kî Tirkiyê dide paçekirin? Dibin rêvebiriya kê de tehdîda parçekirinê pêşdikeve? Kîjan siyasetê, Tirkiyê gihandiye noqteya parçebûnê? Gelo, Tayyip Erdoganê ku îddîa dike "Tirkiyê wê parçe bibe", çima îddîayên xwe zelal nake?
Hinek kes dikarin bêjin, gelo pêdivî bi ewqas pirs, cidî girtina van gotinan û mezin kirina gotinên Erdogan heye? Bêguman nîne. Ji ber ku, kesayeta Tayyip Erdogan, her roj gelek tiştan, di wateya bê wateyî de dibêje, lewma cidiyeta gotinên wî nemaye û divê mirov ciddî negire. Eger "parçebûnê", di wateyek din de bihatane gotin, hingî mirov dikarîbû cidî negire û me jî nedikir mijara xwe. Lê "parçebûn" mijarek cûda ye. Ji ber ku bi salan ku, di serî de Kurd û gelên din, bi sucdariya "Tirkiyê parçe dikin û dixwazin parçe bikin" têne tewanbar kirin. Di nava civaka Tirkiyê de, li ser vê bingehê dijminatiyek li dijî Kurdan hatiye afirandin.
Eger, wek ku Erdogan dibêje, metirsiyek parçebûnê hebe, berî her tiştî, divê were dîtin ku, ev yek ji aliyê Erdogan û rêveberiya AKPê ve tê kirin. Ji ber ku Erdogan û partiya wî AKP, 15 sal in desthilatdar e. Ev tehdîd jî, di serdama desthilatdairya wî de derkete holê. Eger hinek kes û derdor Tirkiyê parçe dikin, kesê dide parçakirin jî Erdogan û desthilatdariya AKPê ye. Polîtîqeya ku şefê faşist Tayyip Erdogan dimeşîne, siyaseta şer û qirkirinên li dijî gelê Kurd, Tirkiyê aniye radeya parçebûnê. Êdî ev rastî, ji aliyê Erdogan ve jî hatiye dîtin û ew bi xwe jî mikur tê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi salan e, vê rastiyê bi dengekî bilind û israr, tîne ziman. Dibêje, nêzîkatiya ku Tirkiyê di nava yekîtiyê de bigire, demokratîkbûn e. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de, di rêya Xweseriya Demokratîk û di xeta Konfederalîzma Demokratîk de ye. Ji sala 1993an û vir ve, vê rastiyê tîne ziman û li ser vê bingehê siyasetê pêşdixe. Ji bo vê jî, gelek caran agirbest ilan kir û projeya çareseriya demokratîk pêşkêş kir. Herî dawî, di 2013 û 2014an de, xebatek dîrokî meşand û got, eger pirsgirêka Kurd di rêya xweseriya demokratîk de neyê çareserkirin. Tirkiyê wê bi şer û parçebûnê re rû bi rû bimîne. Vekirî û zelal rêveberiya Tayyip Erdogan şiyar kir.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev rastî dît û şiyar kirin pêk anî. Tayyip Erdogan, çareseriya di rêya xweseriya demokratîk de û demokratîkbûna Tirkiyê red kir. Dibin serkêşiya Tayyip Erdogan de, Tirkiyê li hundir û derve kirin nava şerekî dijwar û giran. Di encamê de, Tirkiyê bi parçebûnê re rû bi rû hat. Rastiya ku bi deh salan e Serok Abdullah Ocalan dît û anî ziman, Tayyip Erodgan nû nû dibîne û hatiye radeya mikurhatinê. Lê, di vê mijarê de paydariya xwe ya vê pêvejoyê vedişêre. Dîsa, kesên ku dixwazin Tirkiyê parçebikin eşkere nake û ji rastiyê direve. Ji bo vê jî, di serî de Amerîka û Yekîtiya Ewropa jî di nav de, hêzên derve îşaret dike.
Lê ev tehdîd, ji berê de heye û li meydanê ye. Tirkiye ku pirsgirêka Kurd çareser nake û demokrtaîkbûnê pêknayîne, nikare xwe ji parçebûnê rizgar bike. Berpirsiyarê vê jî ne Kurd in û ne gelên din in. Hêzên ku siyaseta faşîst û qirkirinê dikine pratîkê berpirsiyar in. Hevkariya faşîst a AKP û MHP Tirkiyê aniye vê radeyê.
Ji ber ku di şerê sêyemîn yê cîhanê de, ku îro li Rojhilata Navîn dewam dikê de, sê xet û projeyên polîtîk hene û şer dikin. Yekemîn, Projeya Rojhilata Navîn ya Mezin e û Amerîka dimeşîne. Ev porjeya ku naveroka wê vala werê xuya kirin jî, dixwaze parçe bike. Yek armanca projê, pêkanîna parçekirinê ye. Ev polîtîk e, herî zêde ji aliyê Îsraîl ve tê destekkirin û meşandin.
Duyemîn statukoparêziya di radeya faşîst ya netewe-dewletê, Îran û Tirkiyê jî pêşengiya wê dikin. Ev polîtîqa li ser bingeha dijminatiya Kurdan hatiye avakirin û bingeha parçebûnê amade dike. Sêyemîn jî xeta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistiye ye. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî, li ser bingeha xweseriya demokratîk, projeya avakirina Konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata Navîn e. Yekane projeya ku li dijî parçekirina emperyalîzmê dikare yekîtiya gelên Rojhilata Navîn pêk bînê ev e. Eger li ser bingeha vê projeyê, yekîtiya demokratîk ya Rojhilata Navîn neyê avakirin, hingî projeya Mezin ya Rojhilata Navîn (BOP), wê bike sed parçe û faşîzma îro ya netewe-dewletê ku dijminatiya gelê Kurd dike, dibê destek û dibê hevparê sucê mezin. Îro, Tayyip Erdohan Tirkiyê aniye vê qonaxê û vekirî jî mikur tê.
Ji ber vê yekê, xeta Tayyip Erdogan a yekparêz, Tirkiyê kiriye nava felaketê. Eger civaka demokratîk mudaxeleyî vê neke, wê Tirkiyê parçe bibe. Wekî din, siyaseta yekparêz Tirkiyê kiriye nava şerekî giran, zext û zoreke dijwar û teror kirine pratîkê. Tirkiyê, ji cîhanê hatiye tecrîd kirin. Bûye dewletek ku "destekê dide terorê" û tê sucdar kirin. Yekîtiya Ewropa, hesabê 2 milyon û nîv euro dipirse û lêpirsîna "ev pere ji bo çi mesref kirine" daye dest pê kirin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ'ê jî di nav de, gelek komên terorîst destek kirine û gelek komên çete avakirine. Yekîtiya Ewropa li ser vê mijarê lêpirsîn daye dest pê kirin.
Di vê demê de, helwesta Amerîka û hinek ji dewletên ku li dijî Qatarê heman kiryar dane dest pê kirin balkêş e. Sêrkeşiya wan Erebîstana Sudî, Misir, Bahreyn û MîrnişînênEreb dike û gelek dewletên Ereb, Qatar bi sucê "destekê dide Îran û DAIŞ'ê" tewanbar dikin. Têkiliyên bi Qatarê re dane rawestandin û Qatar tecrîd kirine. Êdî Qatar bûye pirsgirêka sereke ya herêmê.
Dewletên ku Qatarê destek dikin, Tirkiye û Îranê ne. Bi taybetî desthilatdariya AKP'ê, ku dixwaze leşkerên xwe bişîne Qatarê, bû sedema ku şîroveyên cûda bên kirin. Dibêjin, di hedefa esasî de Tirkiyê heye. Ji xwe, ji krîza Qatarê, bi qasî Qatarê, bandor li dewleta Tirkiyê û desthilatdariya AKP'ê kiriye. Tê destnîşankirin, ku li ser bingeha krîza Qatarê, operasyoneke nû li dijî Tirkiye û Îranê hatiye destpêkirin û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn jî wê li ser vê bingehê dijwar bibe. Eger dewleta Tirkiye pêvejoya demokratîkbûn û Kurdistana Azad bi awayekî lezgîn negire dest, hingî siberoja Tirkiyê tarî ye. Ev jî tê wateya ku siberoj wê bibe serketina siberojên azad û şoreşa demokratîk.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA