Ketin û derketina Îzmîrê hate qedexekirin

Walîtiya Îzmîrê piştî edheja li Îzmîrê û şûnde ji ber trafîk zêde nebe, heta banga duyemîn derketin û ketina Îzmîrê hatiye qedexekirin.

Walîtiya Îzmîrê ragihand piştî erdheja bi pileya 6,9 û şûnde ji ber trafîk zêde nebe, heta banga duyemîn ketin û derketina Îzmîrê qedexe kir.

Li aliyê din li herêmê xebatên lêgerîn û rizgariyê dewam dikin. Li hinek aliyan gel jî tevlî xebatên rizgariyê bûne. Dîsa bendewariya walatiyan a ji bo rizgarkirina xizmên wan ên ji bin xirbeyan jî dewam dike. Li hinek deveran jî elektirîk nîne.

Hate ragihandin hê jî erdhejên bi pileyên biçûk pêk tên, li aliyê din ji ber hilweşîna li Manavkûyû ku avahiya buroya parêzeran hate ragihandin ku parêzer Esercan Tûrgût di bin xirbeyan de maye.